'Şewitandina daristanên Kurdistanê beşek ji şerê topyekûn e'

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Tayîp Temel bal kişand ser şerê topyekûn ê li dijî gelê Kurdistanê tê kirin û got, şewitandina daristanên Kurdistanê jî beşek jî vî şerî ye.

Erdnîgariya Amed, Dersim, Şirnex û Çewligê ya bi xweşikiya xwe ya bêhempa tê naskirin, zêdeyî mehek e bi hinceta operasyonên leşkerî ji hewa û bejahî ve tê bombebarankirin. Li gelek herêman şewat dewam dike û heta niha bi hezaran hektar daristan şewitî ne. Cihê dişewite dibe xwelî û dimîne. Heta niha bi awayekî fermî ti hewldan ji bo vemirandina şewatê nehatiye kirin. Gelê herêmê û komên dildar ên dixwazin şewatê vemirînin, ji aliyê leşker û polîsan ve tên astengkirin.

Li ser şewata daristanên Kurdistanê Parlamenterê Wanê yê HDP'ê Tayîp Temel ji ANF’ê re axivî.

'ŞEREKÎ TOPYEKÛN LI DIJÎ KURDAN DEST PÊ KIRIYE'

Temel da zanîn ku li Kurdistanê şerekî gelek giran heye û li her deverê êrîş li xweza, civak û hemû zindiyên li ser erdnîgariya Kurdisanê tê kirin. Temel anî ziman ku li seranserê Kurdistanê di çarçoveya vî şerê giran de êrîş li her beşên civakê tê kirin û wiha axivî: "Li nav û derveyî sînor li dijî Kurdan şerekî topyekûn heye. Şewata daristanên Kurdistanê jî parçeyek ji vî şerî ye. Dema şer li dijî welatan tên îlankirin, erdnîgariya wî welatî jî dibe hedef. Em li Kurdistanê jî bi rewşeke wiha re rû bi rû ne."

'LI KURDISTANÊ ÇEKÊN QEDEXE TÊN BIKARANÎ'

Temel bilêv kir ku li herêmên ji bo Têkoşîna Azadiya Gêlê Kurd stratejîk in êrîşên dijwar tên kirin û hewl tê dayin ku herêm bên valakirin. Temel da xuyakirin ku bi vê armancê gelek herêm tên şewitandin û li welatiyan tên qedexekirin. Parlamenter Temel destnîşan kir ku daristanên li Kurdistanê bi du armancan tên şewitandin û wiha pê daket: "Li Kurdistanê şerekî bê kontrol heye. Ji bo leşkerên Tirk zerarê bidin şervanên Kurd hemû rê û rêbazan bi kar tînin. Li herêmê çekên qedexe tên bikaranîn. Çekên konfenyosel tên bikaranîn ku zirarê didin xwezayê û hemû zindiyên li nava daristanan. Sedema duyemîn jî şewata li Kurdistanê weke polîtîkayekê didin meşandin."

'DIXWAZIN HERÊMÊ BÊ MIROV BIHÊLIN'

Temel destnîşan kir, ji bo herêm were valakirin hikûmet polîtîkayên cuda yên şer didin meşandin û wiha dom kir: "Yek ji van polîtîkayan jî ew e ku dixwaze gel koçber bike. Ya din jî tunekirine ango şewat e. Şewatên li Kurdistanê teqez weke polîtîkayek û siyasetekê didin meşandin. Li dijî vê şewatê bêdengiya saziyên xwezaperest ên Tirkiyeyê û navneteweyî balkêşe. Dema li cihekî şewat derdikeve, bi hezaran sazî û dezgehên xwezayê nerazîbûnê nîşan didin û şewatê vedimirînin. Lê dema ev rewş xwezaya Kurdistanê be hemû xwezaperest û dildarên xwezayê bêdeng dimînin. Li Kurdistanê talan û qirkirina xwezayê pêk tê û ev bandor jî wê bi hezaran salan bidome. Ev jî gunehek û sûcekî li dijî xwezayê ye."