Şewata li Metînayê dewam dike

Piştî balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Kanê û Sêgirê yên li qontara çiyayê Metînayê bombebaran kir, şewat derket. Ji duh ve şewat berdewame, heta niha bi sedan darên xwezayî û darên li nav baxên welatiyan şewitîne.

LI METÎNAYÊ ŞEWAT

18’ê Hezîranê roja Sêşemê di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker de, li gundên Kanê û Sêgirê yên ser bi Amêdiyê ku dikevin qontara çiyayê Metînayê şewat derket.

Li gor agahiyan şewat ji duh ve didome, bi sedan darên xwezayî û darên nava baxên welatiyan şewitîne.

Tîmên agirkujiyê ji bo vemirandina şewatê neçûne deverê, welatî bi derfetên xwe hewl didin agir vemirînin.