Şewata ku dagirkeran li Xozatê derxistî 3 roj in didome

Li Xozatê di encama bombebarana helîkopterên leşkerê Tirk ên dagirker de şewat derket û ew 3 roj in dewam dike. Dagirker nahêlin ku şewat were tefandin.

Piştî êrîşa li ser wesayîta zirxî ya dema diçû Qereqola Amûtka ya navçena Xozat a Dêrsimê , leşkerên Tirk ên dagirker operasyonek dan destpêkirin. Piştî operasyonê bejahiya gundên Derekoy û Geşnekê hat bombekirin. Piştî bombebarana helîkpterê şewat derket û ew 3 roj in didome. Nahêlin ku şewat wer tefandin.

Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ekîbên şaredariyê û gel ku dixwastin biçin şewatê vemirînin di ketina Xozatê de ji aliyê leşkeran we hatin astengkirin.

Leşkerên Tirk bi behaneya ku herêma şewat lê derketî “herêma ewlehiya taybet” e nehiştin ku kes derbas bibe. Dagirkeran rê li trafîkê jî girtin.