Şewat hate protestokirin, bang li raya giştî hate kirin

Şewata li Şirnexê hate protestokirin û hate diyarkirin ku gel dema ku xwest şewatê bitefîne, wêneyên wan hatine girtin. Di çalakiyê de bang li raya giştî û ekolojîstan hate kirin.

Li herêmên Cûdî, Gabar û Bestayê yên Şirnexê bi mehan de daristan tê şewitandin. Parlementerên HDP’ê yên Şirnexê, endamên Meclîsa Ekolojiyê ya HDK’ê û gelek kes li ser rê li cihekî ku Çiyayê Cûdî dibîne hatin ba hev û daxuyanî dan.

Li ser navê Meclîsa Ekolojiyê ya HDK’ê Asrin Keleş diyar kir ku texrîbata ekolojiyê ya li herêmê di meha Hezîranê de zêde bûye û şewat gihiştiye qadên ku gel lê dijî. Keleş diyar kir ligel ku haya rayedaran ji vê şewatê tê çêkirin jî vê şewatê natefînin. Keleş got ku “Rayedar ji dêvila ku şewatê bitefîne, dema gel çûye şewatê bitefîne, wêneyê gel girtiye.”

Keleş got ku “Li Şirnexê dar tên birîn û bi TIR’an dibin. Gerînendetiya Daristanan çima derfetên xwe ji bo Şirnexê bi kar nayne? Şewata li Şirnexê me hemûyan tengav dike û talana ekolojiyê bandorê li ser me hemûyan dike. Em bang li hemû ekolojîstan dikin ku bila li dijî vê talan ekolojiyê berxwedana gelê Şirnexê geş bikin. Cûdî dîrok e, dîrokê neşewitînin.”