Şervanên YBŞ-YJŞ’ê: Em ti carî dev ji tekoşînê bernadin

Şervanên YBŞ-YJŞ’ê gotin: Heta ku em azadiya axa xwe ya pîroz mîsoger bikin, em ê dest ji tekoşînê bernedin.

Şervanên YBŞ-YJŞ’ê yên li Şengalê diyar kirin ku ew ê têkoşînê bikin heta azadiya hemû Êzidxanê û bang kir ku civaka Êzidî bila vegerin ser war û cihên bavû kalên xwe.

Şervanên YBŞ/YŞJ'ê Serhildan Til-Ezer, Senem Şengalî û Sîpan Welat ji ANF'ê re axivî:

‘EM Ê GEL Û GUNDÊN XWE HETA DAWIYÊ BIPARÊZIN’

Serhildan Til-Ezer: Hinek hêz hatibûn vê derê û hinek gund rizgar kiribûn. Piştî wê, di qadê siyasî de, hatibû gotin ku YBŞ dest ji gadên xwe berdaye. Lê ev ne rast e, YBŞ wekê roja berê di her nokteyekî de ye û hîn jî pêşdetir çûye. Em niha di gundên xwe de ne. Li aliyê Şemal jî, YBŞ li her derê de cihê xwe digre û ti carî jî bernade. Çi hêz ji kû derê bê bila be, giredayî kûderê be bila be, em ji cihê xwe dernakevin. Şengal ya me ye, em YBŞ zarokê gelê Şengalê ne. Hetanî em hebin û navê YBŞ hebe, em ê parastina gundên xwe bikin. Êm ê gund û gelê xwe heta dawiyê biparêzin. Bila ti hêz nebêje îro YBŞ kêm bûye, an jî paş de kişiyaye. Bila werin binêrin, YBŞ weke berê mevziyên xwe girtine û li cihê xwe ne. YBŞ ya vî gelî ye, ya Êzîdxanê ye.

‘HETA EM SAX BIN EM XAKA XWE NATERIKÎNIN’

Senem Şingalî: “Em jî niha wek keçên Êzidî di çeperên pêş de cihê xwe digrin û em ti carî terka mevziyê xwe nakin. Hinek hêz di daxuyanîyên xwe de gotine, YBŞ/YJŞ terka mevziyên xwe kirine. Lê heta em sax bin em ê ti carî terka mevziyên xwe nekin. Niha Sîba û Til-Êzer li pêşberî me ne. Kîjan hêz tê Şengalê dibêje, em ji bo parastina gelê Êzidî hatine. Lê hemû ne ji bo parastina gel hatine vê derê, hinek ji wan, ji bo li ser Şengalê desthilatdar bin hatine. Niha li cihên ku em digrin, mayin hene û hîna bi giştî nehatine paqijkirin. Lê niha heval dest bi paqijkirine kirine. Piştî paqijkirina wan dera, banga me ji gelê me yê Êzidî re ew e kû bizivirin gundên xwe. Çi ji destê me were, em ê ji bo gelê xwe yê Êzidî bikin. Xwesteka me, parastina gel, rigarkirina axa me ye û xwesteka me ew e ku dijmin tê de nemîne.

‘YBŞ HÊZÊ PARASTINA ÊZIDXANÊ YE, HÊZÊ BERXWEDANA ŞENGALÊ YE’

Sîpan Welatî: Niha ez li êniya Heyalê û Skîniyê cihê xwe digrim. Wekê tê gotin ku YBŞ mevziyên xwe berdane, tiştekî bi vî rengî nîne. Her cihêkî em çûnê û me girt, ji bo gelê Êzîdiya ye. Ji berê ve ev der cihê gelê me ye. Heta dawî jî em ê tekoşîna xwe berdewam bikin. Heta ji destê me tê, ji bo em bikaribin Ezîdxana xwe rizgar bikin, em ê ked û bedel bidin. Hetanî ev der bi giştî rizgar nebe, heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê, ji bo gelê xwe em ê li berxwe bidin û tekoşîna xwe xurt bikin. Wekî din jî, ji bo hêzekî ji derve de hatibe, em ti car qebul nekin ku werin bikevin cihên ku di destê me de ne . Em rê nadin ku ew hêzên derve werin û dest bavêjin ser vê axê. YBŞ hêza parastina Êzîdiyaye, heza berxwedana Şengalê ye. Ji dema fermanê, beriya fermanê û heta niha xwe birêxistin kirina wê ji bo gelê Êzidî ye.