Şervanên enternasyonalîst: Em ê heta rizgariya Efrînê li ber xwe bidin

Şervanên enternasyonalîst ên li nava refên YPG'ê diyar kirin ku Efrîn warê berxwedanê ye û destnîşan kirin ku heta rizgariyê wê li ber xwe bidin.

Şervanên enternasyonalîst ên li nava refên YPG'ê cih digirin, ji ber salvegera êrişên dagirkeriyê yên li ser Efrînê axivîn.

Şervanan diyar kirin ku heta Efrîn bê rizgarkirin wê li ber xwe bidin.

Şervanên enternasyonalîst gotin, "Efrîn beriya bê dagirkirin bajarê herî ewle û aram ê herêmê bû. Li Efrînê jiyaneke demokratîk û komunal hebû. Her wiha ji bo Êzidiyên ji çeteyên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin bû navendeke parastinê. Lê belê dewleta Tirk nekarî xwe li vê jiyana bi hev re ya gelan rabigire. Dewleta Tirk bi erêkirina NATO'yê bi çeteyên xwe yên bi navê 'Artêşa Milî ya Sûriyeyê' êrişî xelkê Efrînê kir. Efrîn hate dagirkirin, bi hezaran mirov bi zorê ji warê xwe hatin derxistin. Efrîn bû cihek ku dewleta Tirk hovîtî lê kir, lê di heman demê de hêvî û berxwedan lê şîn bûn.

Di berxwedana Efrînê de Olîvîer Françoîs Jean-Le-Kleînshe (Kendal Prîze), Haûkor Helmarson (Şahîn Hisênî), Anna Campbell (Hêlîn Qereçox) û bi dehan hevalên me yên mîna wan tevlî karwanê şehîdan bûn.

Şoreşa Rojava şoreşa gelan hemûyan e. Em li vê derê jiyana li gorî xewn û xeyalên xwe ava dikin. Li Eyn Îsa û Til Temirê hevalên me li ber xwe didin. Divê em jî tevlî vê berxwedanê bibin."