BI DÎMEN

Şervana Ereb a fedaiya azadiyê: Bêrîtan Amanos

Şehîd Bêrîtan Amanos bû pêşenga jinên Ereb ên li nava refên YPJ'ê. Bêrîtan Amanos ku pêşengî ji berxwedana li Tişrîn û Qereqozaxê re kir, weke yek ji neferên têkoşîna azadiyê ya jinê tevlî karwanê nemiran bû.

BÊRÎTAN AMANOS

Li Bendava Tişrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dîroka berxwedanê tê nivîsandin. Di vî şerî de ku bi berdêlên giran tê kirin, min firsend dît ku şervanên QSD û YPJ'ê ji nêz ve nas bikim. Hêza ku didin hev, biryardariya wan a ji bo serxistina şerê azadiyê yê gelan û tirsa ku berdide nava dilê çeteyan, gelekî bala min kişand.

Yek ji şervanên azadiyê ku di oxira azadiyê de canê xwe feda kir şervana YPJ'ê Bêrîtan Amanos bû. Hem di hişê min hem jî di qeydên kameraya min de cihekî wê yê cuda hebû. Gelek taybetmendiyên wê hebûn ku ew kir fedaiyeke taybet. Şehîd Bêrîtan şervaneke Ereb bû. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava û têkoşîna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re biryar da ku tevlî nava refên YPJ'ê bibe. Ji roja destpêkê ya êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û pê ve li eniyên herî krîtîk ên berxwedanê bi roleke mezin rabû.

Şehîd Bêrîtan Amanos hem li nuqteyên berxwedanê yên li derdora Bendava Tişrînê hem jî li eniya Qereqozaxê têkoşiya. Li eniyên herî xetere û zehmet şer kir. Asta xeteriyê çiqasî mezin jî bû wê tawî ji dîsîplîna şer nedida û wezîfeya xwe bi cih dianî. Divê kesayetiya wê ya berxwedêr baş bê lêkolîn û fêhmkirin. Ji ber ku tenê bi vî rengî dikare bê fêhmkirin bê ev berxwedan bi kîjan ruhî tê meşandin û bi kîjan fedakariyê dewam dike. Dixwzim qala çîroka şehîd Bêrîtan bikim.

'EZ Ê WÎ ÇETEYÎ CEZA BIKIM'

Li Bendava Tişrînê roja 7 an jî 8'emîn a berxwedanê bû. Çeteyek bi motorsîkletê ketibû qadên herêma bendavê. Ji cîhazên leşkerî hate ragihandin ku çete hewl dide bikeve nava şervanan û hişyarî hatibû dayin. Hİngî ez jî li Fermandariya Koordînasyona Tişrînê bûm; şehîd Bêrîtan jî li wir bû. Di axaftina li ser cîhazê de hate gotin, kesî çete nedîtiye. Lê belê li ezmanan balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker digeriyan. Ev yek jî dihate wê wateyê ku liv û tevgereke biçûk jî wê ji aliyê dijmin ve bê tespîtkirin.

Li gel vê yekê şervan bi dîsîplîn tevdigeriyan. Nediyar bû ku çete tam li ku ye; ji cîhaza ragihandinê dihate gotin, xwe veşartiye û nehatiye dîtin. Di vê kêliyê de şehîd Bêrîtan rahişt çeka xwe û got, 'Ez ê wî çeteyî ceza bikim'. Fermandariya Koordînasyonê ya Tişrînê jê re got, ku divê cihê xwe diyar neke û ji aliyê balafirên keşfê ve neyê dîtin. Şehîd Bêrîtan jî bi berpirsariyeke mezin rabû. Li avahiya em lê bûn pênc kes hebûn û fermandarê ku berxwedan koordîne dikir li gel me bû. Eger Bêrîtan şaşitiyeke biçûk bikira balafirên keşfê dikarîbû cihê wê tespît bikira û ev yek dikarîbû bibûya sedema gelek windahiyan. Lê belê ew li jiyana xwe nefikirî, lê li jiyana fermandaran û şervanên din fikirî û bi vî rengî tevgeriya.

Şehîd Bêrîtan bi lez cih guhert û derbasî qasê sêyemîn ê avahiyê bû. Ji pace û deriyê şaneşînê bi baldarî keşif kir. Dawiya dawî dît ku çete xwe li pişt dareke mezin veşartî ye. Wê kêliyê dengê balafirên keşfê dihat. Ya herî girîng jî ew bû ku bêyî balafirên keşfê bibîne çete bêbandor bike. Min jî kameraya xwe vekir û dest bi qeydê kir. Ez û şervanekî QSD'ê li pişt şehîd Bêrîtan bûn. Çete hîn nedihat dîtin. Hevala Bêrîtan hişyarî da min ku xwe nêzî paceyê nekim; ji ber ku balafirên keşfê liv û tevgereke biçûk jî dikarîbû tespît bikira. Wê demê haya hemû şervanan ji xeteriyê hebû. Şehîd Bêrîtan çend caran fîşek teqand û şer destpê kir. Ji ber ku cihê em lê bûn bilind bû, çete nikarîbû berde me. Hevala Bêrîtan piştî ku çend caran gule berda, li çete hate xistin.

PÊŞENGÎ JI BERXWEDANA QEREQOZAXÊ RE KIR

Min xwe nêzî deriyê şaneşînê kir û cesedê çete kişand. Meseleya esasî ew bû ku hevala Bêrîtan tespît kir û çete di demeke kurt de bê bandor kir. Ev yek dibû bersiv ji pirsa herî zêde ya vî şerî: 'Li herêmeke ku balafirên keşfê digere şervan çawa dikarin tevbigerin û çalakiyan bikin, gelo ev dibe?' Bêrîtan bi vê çalakiya xwe ev yek ispat kir.

Piştî ku wezîfeya xwe temam kir, vegeriya û ji min re got 'Ev yek çalakiya min a destpêkê bû'. Cara yekemîn diket şer, lê belê bi baldarî û berpirsyarî çete bê bandor kir. Wêrekî û dîsîplîna wê ji bo min bû tecrûbeyeke neyê jibîrkirin. Piştî demekê ji eniya Bendava Tişrînê derbasî eniya Qereqozaxê bû. Tecrûbeya ku li Tişrînê bi dest xist, dixwest ji bo pêşengiyê ji berxwedana li Qereqozaxê re bike, bi kar bîne.

Ew bû pêşenga jinên Ereb ên li nava refên YPJ'ê. Ji bo azadiya gelê xwe û têkoşîna azadiyê ya jinan tevlî karwanê nemiran bû. Jibîrkirina zehmetiyên li nava şer ne hêsan e, lê belê aramî, moral, biryardarî û xwînsariya Bêrîtan bandoreke mezin li min kir.