Şerîk: Erdogan encameke darbeyan e

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk: Erdogan bi 12'ê Îlonê re ji bo desthilatdariyê hate amadekirin. Bi 28'ê Sibatê re bû desthilatdar. Niha jî bi darbeyan desthilatdariya xwe diparêze.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk, bi wesîleya salvegera 37'an a darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê, desthilatdariya AKP'ê nirxand.

Şerîk diyar kir, 28'ê Sibatê ku 'darbeya post modern' jê re tê gotin, amadekariya serdema heyî bû û got, "Eger Erdogan û yên li derora wî di hilbijartinên 2002'an de weke partiya yekemîn bi ser ketibe, ev yek bi saya şert û mercên 28'ê Sibatê ye. Ji aliyekî ve xwe weke partiyeke siyasî amade kir, li aliyê din jî bi derdorên siyasî yên cuda ku xwe dispêrin heman bingehê, li hev civiya. Ji aliyekî ve daxwazên demokratîk ên gel ji bo xwe weke alavekê bi kar anî.  Wekî din, ya ku şeklê partiyê da AKP'ê ne tenê qada siyasî ya bi 28'ê Sibatê re derketibû holê bû. AKP navekî nû jî be, partiyeke siyasî ya pêvajoyekê ye, ku bi 12'ê Îlonê re dest pê kiriye."

Şerîk diyar kir, Erdogan bi rêya darbeyekê ji desthilatdariyê re hate amadekirin û bi darbeyê bû desthilatdar.

Cemal Şerîk anî ziman, Erdogan piştî ku desthilatdar, timî bi rêya darbeyan desthilatdariya xwe diparêze û got, "Ji ber ku baş bi karê darbeyê dizanin, heta sala 2011'an hebûna xwe dewam kir. Piştî ku AKP'ê rêxistiniya Ergenekon tasfiye kir, di hilbijartinên 2011'an de Erdogan û Fethûllah Gulen li ser desthilatdariyê dest bi şer kirin. Hêzên ku sala 2011'an ew darbe kirin, ji bo li ser kursiya desthilatdariyê rûnên bi hev ketin. Bûyerên di 15'ê Tîrmeha 2015'an de qewimîn, asta herî bilind a vê yekê ye."

Li ser mijara ferzkirina lixwekirina kincê yek tîp li zindanan Şerîk bi bîr xist, ku ev pêkanîn sala 1983'an derkete holê û got, "Li dijî vê yekê girtiyên şoreşger li ber xwe dan, şehîd jî dan. Grevên birçîbûnê yên bi mehan, rojiyên mirinê hatin lidarxistin. Di encama vê têkoşînê de ku bi salan dewam kir, dest ji pêkanîna kincê yek tîpî hate berdan."

Şerîk diyar kir, ku piştî 30 salan ev pêkanîn ji nû ve ketiye rojevê û wiha dewam kir: "Eger li gelemperiya welêt hewl tê dayin ku civak teslîm were kirin, bi rêya kincê yek tîpî jî hewl tê dayin heman tişt li zindanan bê kirin. Ji ber vê yekê, kincê ji yek tîpî divê ji pêkanîna yek tîp kirina civakê ya faşîzmê cihê neyê nirxandin. Li zindanan heta niha bingeh ji vê re amade kirin. Kincên ji derve tên şandin nayên qebûlkirin. Kincên sivîl ji girtiyan tên girtin. Sirgûn, zext, êşkence zêde bûne. Di dema pêş de wê zêdetir bibin. Girtiyên şoreşger li hemberî vê yekê li ber xwe didin. Ji xwe nerazîbûn û biryara xwe jî eşkere kirin."