Şerîk: Şerê taybet zêdeyî 100 sal in tê kirin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Cemal Şerîk şerê taybet nirxand û got, "Divê mirov şerê taybet ji şerê ji rêzê cuda binirxînin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Cemal Şerîk li ser şerê taybet ji ANF'ê re axivî û diyar kir, anî ziman, şerê taybet destpêkê weke hewldaneke taktîkî hatiye bikaranîn, lê piştre veguheriye stratejiyekê. Şerîk bal kişand ser rola Pentagonê di şerê taybet de û got, "Şerê taybet mîrateyekê dewr digirin. Divê mirov dîroka şerê taybet bigihînin heta Îttîhat û Terakkî."

Şerîk bi bîr xist, li Îttîhat û Terakkiyê, Teşkîlat-i Mahsûsa ji aliyê Enver Paşa ve hatiye ava kirin û got, "Sala 1911'ê çalak dibe, sala 1914'an navê wezareta şer lê tê kirin. Piştre di dema Şerê Dinyayê yê Duyemîn de navê şerê taybet, operasyona taybet tê binavkirin. Lê belê pratîkbûna wê bi giranî di dema Teşkîlat-i Mahsûsa de pêk tê."

Şerîk ragihand, Teşkîlat-i Mahsûsa bi rengê artêşa rêk û pêk bi rêxistin nebûye û got, "Yên ji nava artêşê jî di nav de hebû, siyasetmedar û burokrat jî. Şerê ku dikirin ne şerekî li gorî pîvanên artêşeke nîzamî bû. Li eniyê şer nedikir, li pişt eniyê bi giranî şerê taktîkî yê ji bo xurtkirina eniyê dikir."

Şerîk diyar kir, di çarçoveya şerê taybet de taktîk û rêbazên rêxistinbûn, propaganda, sabotaj, sûîqest û kuştina mirovan dihatin bikaranîn û anî ziman, cihê ku Teşkîlat-i Mahsûsa lê dixebitî ew herêmên di serdama Împaratoriya Osmanî de cihê nîqaşê bûn.

Şerîk da xuyakirin, afirînerê şerê taybet DYE, Elmanya nîne û got, "Afirînerê wê Îttîhat û Terakkî ye. Pêşengiya wê jî Enver Paşa kiriye. Yekemîn hêza we ya rêxistinbûyî jî Teşkîlat-i Mahsûsa ye."

Şerîk destnîşan kir ku divê şerê taybet di çarçoveyeke teng de neyê nirxandin û got, "Divê mirov şerê taybet weke şerekî ji nêzê nebînin. Şerê beriya niha di nava sîstemekê de hatin kirin. Ji roja ku dewletên xwedî çîn derketiye holê û vir ve şerê ku hatiye kirin di vê çarçoveyê de dikarin bên nirxandin. Artêşa xwe, şerê xwe û taktîkên xwe bi rêk û pêk in.

Şerê taybet ne ew şer e ku bi pîvanan hatiye destnîşankirin. Ya rast ne weke şerê tê zanîn e. Ne nîzamî ye. Pîvanê xwe nîne, şerekî bê pîvan e. Şerê bê pîvan jî li her cihî bi heman rengî nayê meşandin. Li welatekî mîna Kurdistanê ku têkoşîna azadiye tê meşandin, ne weke şerê ku li dijî hêzên azadiyê tê meşandin e."

Şerîk da xuyaikrin, şerê taybet ne tenê ji aliyê hêzên operasyona taybet ve tê meşandin û bal kişand ser aliyê wê yê psîkolojîk. Şerîk destnîşan kir, bi şerê psîkolojîk re hewl tê dayin helwest û nêrîna civakê bê kontrolkirin û got, "Eger ev tê kirin, wê demê şerê taybet serketî tê dîtin."

Şerîk diyar kir, îstîsmara ol jî zêdeyî sed sal in tê kirin û got, "Bi nêrîna Pan Îslamî, Pan Tirkîtî civak tê perwerdekirin.