Şerê Gladio yê li dijî PKK'ê

Şerê gerîla yê ku li sêmenda Gladio-JÎTEM-Hîzbûllahê aliqî, heta ku vê çerxê, vê zextê ji holê raneke nekarîbû şer bigihanda asteke bilind... Eger aştî û çareseriya siyasî nebûya, ji bilî bilindkirina şerê gel ê şoreşgerî rêyeke cuda tune bû.

Ji asta komê heta bi darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê êrişên şopandin û tasfiyekirina PKK'ê, hêzên Gladioyê di dewrê de jî bin, bi giranî ji aliyê hêzên ewlekariyê yên kevneşop (MÎT, Emniyet û Jenderme) ve tên meşandin. Ji ber ku şensê pêşketinê jê re nehate dayin, bi dîtina min koma me bi qasî rêxistinên din ên hîn çalakî û sereke nehate şopandin. Koma me weke baskekî THKP-C hate nirxandin û bi vî rengî hate hiştin. Hesabê wê kirin ku bi tasfiyekirina THKP-C re wê koma me jî tasfiye bibe. Dibe ku xwestibin ku koma me ji aliyê hin şexsan ve bê kontrolkirin û li ber dest bê girtin. Piştî ku sala 1975'an fêhm kirin ku koma serbixwe ye, di ser PDK'ê re bi destê Stêrka Sor dest lê hate werdan. Tê zanîn ku di vê de kesê bi navê Alaattîn Kapan hatiye bikaranîn ku Hakî Karer qetil kir. Eşkere ye ku PDK ji destpêkê ve li gel Îsraîlê û bi NATO'yê re têkildar tevgeriya ye û li tevahiya Kurdistanê weke rêxistineke kontrolkirinê piştgirî wergirtiye. Dikare bê gotin ku di bin kontrola Gladioyê de ye û bi taybetî ji sala 1961'ê û pê ve bi piştgiriya Gladioyaya Tirk hate biçekkirin û ji bo serhildanê hate teşwîqkirin. Bi gelek belgeyan dikare bê piştrastkirin ku heman piştgirî di ser Şahitiya Îranê ve jî hatiye dayin. Girîng e ku bê dîtin, bi destê PDK'ê û bi piştgiriya Gladiyoyê dest li komên çep ên li Kurdistanê hatiye werdan.

ÇALAKIYA DESTPÊKÊ YA GLADIOYA TIRK Û NATO'YÊ YA LI DIJÎ PKK'Ê

Qaşo 'Pênc parçetiya' Stêrka Sor (ku îdîa dikirin parçeyekî biçûk ê Kurdistanê li Yekîtiya Komarên Sowyetan maye) ev nêrîn piştrast dikir. Ev destwerdana ku bi KÛK'ê hate xurtkirin, ji bo wê bû ku ev kom beriya ku ji Enqereyê derkeve, ji Enqereyê derkeve jî beriya ku bigihêje rojhilatê Firatê wê bê tasfiyekirin. Alaattîn Kapan 18'ê Gulana 1977'an Hakî Karer bi provokasyonê xist kemînê û qetil kir. Ev yek dibe ku çalakiya destpêkê ya Gladiyoya Tirk û NATO'yê ya li dijî PKK'ê bû ku hîn di dema komê de bû. Dikare bê gotin ku sala 1977'an kom yekemcar bi rengekî cidî li çarçoveya tasfiyekirinê hate bicihkirin. Eger Bernameya Partiyê nehatibûya weşandin, bi ragihandina PKK'ê bersiv ji vê re nehatibûya dayin û Alaattîn Kapan bi kuştinê nehatibûya cezakirin, ne bi temamî jî bûya wê kom bi rengekî cidî tasfiye bibûya.

DUYEMÎN ÇALAKIYA MEZIN A GLADIOYÊ: KOMKUJIYA MEREŞÊ

Komkujiya Mereşê ya dawiya sala 1978'an li dijî koma ku li wê herêmê zû bi pêş ket, duyemîn çalakiya mezin a Gladiyoyê dikare bê nirxandin. Mereş ji berê ve navendeke ku tasfiyekirina bi rengekî yekser an jî neyekser lê dihate plankirin. Heman tişt ji bo Kurdên li rojavayê Firatê jî derbas dibe. Li gorî Plana Şark Islahat a sala 1925'an diviyabû li herêma rojavayê Firatê Kurdekî bi tenê yê ku bi Kurdî diaxive neyê hiştin, hemû bêne asîmîlekirin û bi vî rengî werin tasfiyekirin. Divê komkujiya Mereşê di çarçoveya vê planê de bê nirxandin ku hîn jî di meriyetê de ye. Bi taybetî li dijî Kurdên li Meletî, Semsûr, Xarpêt, Dersim, Sêwas, Erzîngan û Dîlokê asîmîlasyon û çalakiyên Gladiyoyê yên tên kirin di vê çarçoveyê de bêne nirxandin.
Bi kurtasî piştî salên 1960'î li ser muxalefeta Kurd û çep kontrol û zexta giran a Gladiyoyê hebû. Ev kontrol, zext, şer û sûîqestên ku bi darbeya 12'ê Adara 1971'ê re girantir bûn, bi rêk û pêk in û pêwendiya xwe bi vê rêxistinê re hene. Komikên çep ên Kurd û Tirk ên bi qasî komên Îslamî û nijadperest sexte, di çarçoveya şerê Gladioyê de hatin bikaranîn. Dema navbera salên 1970-1980'î dema herî giran a operasyonan bû, bi darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê û derba stratejîk a li çepgiriyê hate xistin, bi encam bû. Tevgera sosyalîst şoreşger a Kurd piştî sala 1980'î li Rojhilata Navîn bi cih bû û bi vî rengî operasyonên li dijî xwe pûç kir.

SERDEMA DUYEMÎN A ŞERÊ GLADIOYÊ

Serdema duyemîn a şerê Gladioyê bi darbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'î dest pê kir û heta sala 1985'an dewam kir. Armanc û encamên vê darbeyê têne zanîn ku Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê ji bo plansaz û amadekarên vê darbeyê gotibû 'Zarokên me karekî baş kirin'. Armanca darbeyê ew bû ku di serî de hêzên çep, tevgerên muxalîf ên navxweyî û girseya nerazî bêdeng û tasfiye bike, li şûna wê sîstemek faşîst a çandî civakî û siyasî bê avakirin ku li gorî destûra bingehîn a rejîmê bi hegemonya fînans kapîtal a global ve hatiye girêdan, xwe dispêr eîdeolojiya Tirk-Îslamê û aboriya xwe jî dispêre îxracatê (pêşîvekirina li mêtingeriya derve).

Di vê demê de karên Gladioyê yên li dijî PKK'ê bi giranî di çarçoveya êrişa li ser tevgera çep hate nirxandin. Bi rêbazên tepisandin û tasfiyekirina rêxistineke çep, bi ser PKK'ê ve hatin. Kesên ku li nava PKK'ê hatin bicihkirin û planên hêzên li pişt wan, ji ber rêbaza tevgerê ya Rêbertiya PKK'ê nekarîn bi ser bikevin. Di vir de rola herî girîng ew bû ku dema derketim derve ji bilî min û kûryeyê min haya kesî jê tune bû. Vê demê Necatî Kaya xwest teqez min bibîne û gelekî nerehet xuya dikir. Lewma hêja ye ev rewşa Necatî Kaya bê nirxandin. Her wiha di dema karên Eniya Berxwedanê ya Yekbûyî ya li dijî Faşîzmê, ku sala 1982'an me li gel hêzên çep bi taybetî jî Dev-Yolê kir, helwestên gumanbar ên hin kesên li nava Dev-Yolê, hewldanên ji bo sabotekirina kar, dibe ku pêwendiya xwe bi van kesên tevlî nava tevgerê hatin kirin û hêzên tasfiyekar re hebe. Pratîka tasfiekar a Taner Akçam ku dixwest bibe lîderê Dev-Yolê û kesê bi navê 'Sari Cemal' ne tenê ji bo tasfiyekirina Dev-Yolê, her wiha di çarçoveya tasfiyekirina PKK'ê de bûn. Wê demê li dijî ASALA û Rêberê wê Agop Agopyan sûîqest û hewldanên tasfiyekirinê (ku bi ser ket) hatibû kirin. Bi heman rêbazî êrişî PKK'ê kirin, lê belê bi ser neketin. Di herdu hewldanên tasfiyekirin û sûîqestê de kesên bi maskeya çep hatin bikaranîn. Piştî darbeya faşîst a 12'ê Îlonê di tasfiyekirina çepgiriyê de ne tenê rola zext û êşkenceyê hebû; bicihkirina kesan li nava rêxistinan (PKK jî di nav de, hemû rêxistin) di vê tasfiyekê de roleke girîng lîstin. Derengketina Pêngava 15'ê Tebaxê, hatina parêzer Huseyîn Yildirim piştî sala 1982'an li qada Rêbertî û hin hewldanên wî, liv û tevgerên bi guman ên rêxistinên ji Rojhilata Navîn, helwesta PDK'ê di vê çarçoveyê de hêjayî ji nû ve nirxandinê ye.

TÊKILIYÊN BI PDK'Ê RE KRÎTÎK IN

Têkiliyên bi PDK'ê re krîtîk in. Helwesta PDK'ê ya li hemberî Doktor Şivan (Saît Kirmizitoprak, Lîderê PDK-Tirkiyeyê), ku di encamê de Doktor Şivan û du alîkarên wî yên girîng hatin kuştin û endamên komê ji hev hatin belavkirin, nêzîkatiyeke bi heman rengî li hemberî PKK'ê hate nîşandan. Nûnerên PDK'ê nedixwestin ku gerîla pêngavê bikin. Ji bo asteng bikin gelekî hewl dan. Bi taybetî dema ku hevalên me ji sînor derbasî nava welêt dibûn gelek hatin şehîdxistin. Şer û kuştin piştre zêde bûn. Sala 1985'an Mesûd Barzanî li Şamê bi min re hevdîtin kir û bi rengekî eşkere xwest ku em dev ji Pêngava 15'ê Tebaxê berdin. Bêguman ev daxwaza Barzanî ne tenê zexta hêzên ewlekariyê yên Tirk bû, pêwendiya xwe bi Îsraîl û Gladioya NATO'yê hebû.

SERDEMA SÊYEMÎN Û HERÎ GIRÎNG A ŞERÊ GLADIOYÊ

Serdema sêyemîn û ya herî girîng a şerê Gladioyê, serdema ji sala 1985'an heta sala 1993'an kuştina Tûrgût Ozal e. Hukmê xala 5'an a qanûna damezrandinê ya NATO'yê ku dibêje, "Êrişek li ser welatekî endam weke êrişa li ser hemû welatên endam tê dîtin" sala 1985'an xistin meriyetê. Pêkanîn di çarçoveya Gladio de hatin kirin. Ji ber ku navenda wê ya pêkanînê jî Elmanya ye, ragihandina PKK'ê weke 'rêxistineke terorîst' ji aliyê dewleta Elman ve biryar li ser hate dayin. Elmanya, navenda Gladioyê ya NATO'yê, dûvikên wê yên li Tirkiyeyê û hêzên ewlekariya hundirîn ên Tirk PDK jî xistin nava xwe û di çarçoveya plansaziyê de dest bi êrişeke berfireh kirin. Di hevdîtinên bi min re, bi taybetî jî bi rêya PDK û Barzanî hate ragihandin, daxwaza bingehîn ew bû ku em ji ber xwe ve dawî li pêngavê bînin. Lewma piştî sala 1985'an tecrûbeya şerê gel ê şoreşgerî, Îsraîl, Tirkiye û hêzên PDK'ê tevî NATO û Gladioyê bi ser PKK'ê ve hatin.

JÎTEM Û HÎZBÛLLAH XISTIN DEWRÊ

Li gel peyama ku bi rêya Mesûd Barzanî hate ragihandin piştî ku hate fêhmkirin em dest ji pêngavê bernadin, sala 1986'an rêxistiniyên JÎTEM û Hîzbûllahê xistin dewrê. JÎTEM a ku hemû erk jê re hate dayin wê bi rola 'Teşkîlati Mahsûsa' ya wê demê tevbigeriya. Ev modela qirkirinê bi rêbaza JÎTEM û Hîzbûllahê (Hîzbûllah a Tirkiye û Kurdistanê) nû kirin û herdu rêxistin di heman çarçoveyê de bi erk û wezîfeyê hatin xurtkirin. Di navbera DYE, NATO, Gladîo, hêzên ewlekariyê yên Tirk û PDK'ê de koordînasyonek hate avakirin. Hîzbûllahê xwest hem jî Îranê hem jî ji polîtîkayên Îslamî yên Erebistana Siûdî sûdê werbigire.

MIKURHATINÊN DAMEZRÎNERÊ JÎTEM'Ê SERHENG ARÎF DOGAN

Di vê demê de şexs di ser PDK'ê re li nava PKK'ê hatin bicihkirin. Ya ku PDK a wê demê ji nû ve bi rêxistin dikir rêxistiniya bi navê 'Qiyade Muvaqat' bû û Samî Abdûrrahman serkêşî jê re dikir. Hewldanên ji bo tasfiyekirina PKK'ê û xistina kesan li nava PKK'ê ji aliyê Samî Abdûrrahman ve hatin kirin. Amûra herî girîng a wê demê hate bikaranîn KÛK a Kurdperest bû. Gelek PKK'î û welatparêzên Kurd bi destê vê rêxistinê hatin qetilkirin. Rola ku dabûn KÛK'ê ew bû ku çi dibe bila bibe divê destûr ji PKK'ê re neyê dayin ku derbasî rojhilatê xeta Çewlik-Mêrdînê nebe. Mîna mikurhatinên damezrînerê JÎTEM'ê serheng Arîf Dogan vê demê tîmek ji deh hezar kesî ya çekdar ji bo tunekirinê hate wezîfedarkirin. Xusûsa girîng a di vê mijarê de ew e ku ev hêz di ser qanûnê re bû. Erka xwe hebû ku bêpirs yekser mirovan bikuje. Lewma rêxistineke qirker e. Heman erk radestî Hîzbûllah a Kurdistanê jî hatibû kirin ku gel jê re dibêje Hîzbûl-Kontra'. Zêdeyî 10 hezar mirov bi rengekî kiryar nediyar ve ji aliyê van herdu rêxistinên cotik ve bi rengê di ser qanûn destûra bingehîn re hatin qetilkirin.

HERIKÎNA DÎROKÊ DIKARÎBÛ GELEKÎ CUDA BÛYA

... Yek ji mijarên serneketî yên herî girîng ku berpirsyarên PKK'ê jî pê nehesiyan, sedema bicihneanîna plansaziya taktîkî û rola Gladio-JÎTEM'ê ya di vir de bû. Serketina herdu aliyan jî nîvco ma. Di vê astê de tişta ku min dikarîbû bikira ew bû ku şerê şoreşgerî timî bike û pêşî li têkçûna wê bigire. Li nava welêt rêbertiya pratîk diviyabû hewldanek hevgirtî nîşan bida, di asteke girîng de serketinekê misoger bike. Her wiha pûçkirina komploya sala 1990'î, encamên Şerê Kendavê nîşan didan ku bandora hevgirtî ya tevgera PKK'ê bilind bûye. Hevsengiya herêmê ku wateya xwe ya dîrokî û civakî mezin e, eger bi rengekî rast bê nirxandin wê encamên serketî û girîng ên şerê şoreşger bê afirandin. Eger rêbertiya taktîkî di navbera salên 1990-93'an de gerîla ji aliyê hejmar û wesfê ve zêde bikira, di destpêka sala 1993'an de çareseriyeke dîrokîd dikarîbû pêk bihata. Sîstema Gladio li ber hilweşînê bû.

SALA 1993'AN SALEKE AWARTE YE

Tûrgût Ozal ji ber ku ev dît, lihevkirin di cih de dît û îqna bû ku li şûna Kurdistanê ji dest bide, bi têkiliya federal di bin sîwana dewleteke hevpar de bi hev re bihêle û jiyana bi hev re ya gelan rêya biratî û mayindebûnê ye. Gladioya hundir û derve ev nêzîkatî weke tasfiyeya xwe dîtin, lewma jî ji bo ji vê yekê rizgar bibe û rêya derketina ji vê yekê di tasfiyekirina T. Ozal de dîtin.

Sala 1993'an saleke awarte ye. Sûîqestên mezin ku di mehên destpêkê yên salê de bi kuştina Ûgûr Mûmcû dest pê kir (Kuştina Adnan Kahvecî, Tûrgût Ozal û Eşref Bîtlîs, komkujiya Otela Sêwas-Madimakê, kuştina Bahtiyar Aydin, kuştina sih û sê leşkerên bi wesayitên sivîl hatin veguhastin, kuştina gelek rayedarên sivîl û leşkerî) divê di çarçoveya darbeyê de bêne nirxandin. Di nava dewletê de baskekî gelekî xurt ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd re amade kiribû. Di civîna Desteya Ewlekariya Milî ya 25'ê Gulanê de nirxandina efûya siyasî di rojevê de bû. Ev yek bi qasî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê darbeyek bû ku encamên giran bi xwe re anî. Ji xwe ji ber rêxistina Gladio ya ku bi erkên di ser qanûn û destûra bingehîn hatibû xurtkirin, pêwîstî bi darbeyeke leşkerî nebû. Armanca darbeya vê carê tasfiyekirina hêzên dewletê yên alîgirê çareseriya aştiyane bû. Lewma yên ku bi darbeyê re di pêvajoyê de hatin tasfiyekirin, hêzên nava dewletê bûn. Ev darbeya ku hîn tarî ye divê teqez bê ronîkirin.

SERDEMA ÇAREMÎN

Serdema çaremîn a şerê Gladioyê di navbera salên 1993-1998'an de bû. Dijberên nêzîkatiya çareseriya siyasî û aştiyane ya pirsgirêka Kurd a bi pêşengiya Ozal, dema ku ev pêvajoya nû dan destpêkirin, xwedî hin avantajên girîng bûn. Ji derve ve ji xwe bi piştgiriya mezin a DYE û Îsraîlê ketibûn nava liv û tevgerê. Serokê Fermandariya Giştî yê wê demê Dogan Gureş di destpêka sala 1990'î de dema ji Londonê vegeriya got, 'Ji bo tepisandina PKK'ê lampeya kesk ji me re hate vêxistin'. Mebesta xwe ji vê gotinê jî ew piştgirî bû. Piştgiriya Îsraîlê ya di vê astê de ji bo dewleta Tirk, ji ber fikara xwe ya li ser bicihbûna PKK'ê li Rojhilata Navîn bû. Îsraîlê bi israr dixwest ku PKK bikeve bin bandora PDK'ê. Nedixwest ku Tevgera Kurd xwe bispêre hêza xwe, serbixwe û azad nebe. Bi temamî ne li dijî Tevgera Kurd bûn, lê li dijî rêbaza PKK'ê bûn. Di navbera salên 1993-1996'an de têkiliyên Tirkiye-Îsraîlê ji ber faktorê PKK'ê di dema herî xurt de bû. DYE û Îngilistanê bi Gladioya NATO'yê ya kevneşop re Tirkiye kontrol dikirin. Mijara ku xwe dispartin jî Gladio bû. Li hundir bi bloka S. Demîrel, T. Çîller û E. Înonu re li hev kir û amadekariyên ji bo planên tasfiyekirinê qedandin. Di nava ANAP'ê de jî T. Ozal tecrîd kirin û bi tenê hiştin. Li Tirkiyeyê Menderes, Ozal û Ecevît bi heman rêbazî, bi karê Gladio hatibûn tasfiyekirin.

YEK JI MEZINTIRÎN TEVGERÊN TASFIYEKIRINÊ YÊN DÎROKÊ BÛ

Sala 1993'an alîgirên çareseriya siyasî û aştiyane yên li nava dewletê hatin tasfiyekrin, li dijî gelê Kurd û PKK'ê jî yek ji mezintirîn tevgera tasfiyekirinê ya dîrokê hate meşandin. Bi qasî çar hezar gund hatin şewitandin û xerakirin; bi milyonan gundî neçar hatin hiştin ku bêyî hinceteke qanûnî koç bikin. Mal û milkên wan hatin talankirin; pêşkêşî cerdevanan hatin kirin. Bi hezaran gundî ji aliyê cerdevanan, Hîzbûllahê û JÎTEM'ê (Ji xwe di nava hev de bûn) hatin qetilkirin. Destdirêjî li jinan hate kirin. Zarok li cihên îmhakirina giştî ku jê re dibistanên şevmayinê dihate gotin (bi rêbazên asîmîlasyonîst hatin biçûkxistin, destdirêjî li wan hate kirin) bênasname hatin hiştin. Ji bo gund û bajarên mayî jî dayina malzemeyên xurekê bi destûrê hate girêdan û bi kontrol hatin belavkirin. Rêveberiya qaçaxçitiyê xistin destê xwe û tenê bi belgeyên di dema T. Çîller de hatin eşkerekirin, xenîmeta ji bîst milyar Dolarî di nava xwe de parve kirin. Karsaz û esnafên durust ên Kurd, hinek ji wan kuştin, yên ku nekarîn bi wan jî dan îflaskirin. Yên mayî jî kirin dûvikê kontrgerîla. Hejmara cerdevanan derxistin sed hezar kesî. Her kesê ku hevkarî bi wan re nedikirin weke dijmin ragihandin. Li dijî PKK'ê operasyona herî berfireh a dîroka Komarê kirin. Di vir de jî PDK, cerdevan û îtirafkar heta dawiyê û li refên herî pêş bi kar anîn. Bi hêzeke ji hêza di şerê dijî Yewnan bi kar anîn de gelekî zêdetir û demdirêj operasyonên şer meşandin. Li gorî ti pîvana şer tevnegeriyan. Cesedên gerîla jî parçe parçe kirin.
Şer ne bi hêzên ewlekariya hundirîn, lê bi hêzên Gladio-JÎTEM-Hîzbûllahê dihate meşandin. Ev hêzên ku ji qanûn û destûra bingehîn bêhtir erka wan hebû, qaşo şerê man û nemanê dimeşandin. 'Xeteriya Kurd' ji xeteriya Yewnan û Ermen qat bi qat mezintir bû. Bi rastî jî di vê mijarê de ketibûn nava paranoyayê. Li pey tasfiyeyeke mutleq bûn. Gelek komployên taybet kirin. Şefên Gladio piştî tasfiyekirina Ozal û ekıba wî, bûbûn xwediyê rasteqîn ê desthilatdariyê bi temamî. Yên li pêş çavan tenê fîguranên siyasî bûn.

DEWAMKIRINA TEMPOYA ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ

Mîna dema 1985-1993'an di vê dema nû de jî ji bo tempoya şerê gel ê şoreşgerî winda nebe û timî dewam bike, weke taktîka bingehîn min qebûl kir ku derfetên bicihbûna li Rojhilata Navîn heta dawiyê bi kar bînim. Taktîka herî bi bandor ev bû. Her wiha her sal zêdeyî hezar namzetên gerîla hatin perwerdekirin û piraniya wan ber bi qadê ve hatin şandin. Li ti devera welêt dest ji bibichbûna gerîla nehate berdan. Rêyên cuda jî hatin vekirin. Dara azadî û serxwebûnê ji her demê bêhtir geş dibû, mezin dibû. Di şerê îdeolojîk û polîtîk de bi gavekê jî paşve gav nehate avêtin. Lê belê serketina mezin a dihate hêvîkirin nedihate bidestxistin, dikir nedikir xwe nedigihand rewşa hevsengiyê. Çiqasî hewl dida ku bi bandor bibe jî şerê Gladio ya derve di vir de diyarker nebû, ya diyarker ew bû ku rêbertiya taktîk, fermandariya gerîla bi têrkerî nehatibû rûniştandin.
Mîna di destpêka salên 1990'î di dawiya salên 1990'î de jî derfetên serketinê gelekî zêde bûn. Hewldanên diyalogê yên bi hewldanên T. Ozal dest pê kirin, sala 1997'an ji Serokwezîr N. Erbakan û Artêşê bi rêyekê dewam kir. Dîsa gelekî nêzî çareseriya siyasî û aştiyê bû. Bawerim careke din bi destwerdana heman Gladioyê û liv û tevgera hêzên hundir û derve yên li pişt wê, ev şensê çareseriya siyasî û aştiyê ya ji diyalogê dihate hêvîkirin nehate nirxandin, firsend jê re nehate dayin.

SALA 1998'AN DIVIYABÛ DEMA DIYARKER BÛYA

Di Îlona 1998'an de gefa şer a ku dewleta Tirk li Sûriyeyê xwar, ji bo wê yekê bû ku dawî li asta min a bicihbûna stratejîk a li Rojhilata Navîn bîne. Di vê nuqteyê de rewşa min a stratejîk xwedî roleke bingehîn bû. Lê belê bi dîtina min sedema esasî ew bû ku çareseriya siyasî û aştiyane careke din bi rengekî cidî ketibû dewrê. Ji aliyê leşkerî ve berê jî dikarîbûn zext li Sûriyeyê bikira; di vê mijarê de li pêşiya wan astengiyeke cidî tune bû. Hilbijartina vê demê yan jî vê salê ji nêz ve pêwendiya xwe bi ihtimala çareseriya siyasî û aştiyê re hebû. Bi kurtasî tê xwestin ku biryarên di Konferansa Qahîreyê ya sala 1920'î de hatin wegirtin di meriyetê de bêne hiştin. Bêçareserîhiştina pirsgirêka Kurd ji bo kontrolkirina Tirkiyeyê ku ji bo wan gelekî girîng e û Rojhilata Navîn, di asta jiyanî de girîng bû. Nêzîkatiyên hêzên hundir û derve yên li dijî PKK'ê û Kurdan, girîng e di çarçoveya vê parametreyê de bêne nirxandin. Sala 1998'an ji bo min bi rastî jî diviyabû saleke diyarker bûya. Şerê gerîla yê ku li sêmenda Gladio-JÎTEM-Hîzbûllahê aliqî, heta ku vê çerxê, vê zextê ji holê raneke nekarîbû şer bigihanda asteke bilind. Di vê mijarê de kêmasiyên navxweyî diyarker bûn. Eger aştî û çareseriya siyasî nebûya, ji bilî bilindkirina şerê gel ê şoreşgerî rêyeke cuda tune bû.

(Ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye amadekirin.)

QEDIYA