Şenyaşar: Wezîrê Edaletê naxwaze zilma li ser me bibîne

Ferît Şenyaşar ê ku li ber Dadgeha Rihayê 246 roj in tevî dayika xwe ji bo edaletê têdikoşe got “Wezîrê Edaletê qala edaletê dike lê naxwaze zilma li ser me bibîne.”

Emîne Şenyaşar a ku li Sirûca Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz du kurên wê û hevjînê wê kuştibûn, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bûbû, Nobeta Edaletê ya li ber dadgeha Rihayê didomînin.

Malbat di roja 246’an a têkoşîna xwe ya edaletê de dixwazin ceza li kujeran were birîn, Fadil Şenyaşar ê di girtîgehê de jî were berdan.

Ferît Şenyaşar bi bîr xist ku parlementerê AKP’ê Yildiz û xizmên Yildiz êrişî kargeha wan kiriye, di wê êrişê de ew birîndar bûye û li nexweşxaneyê bavê wî û du birayên wî hatine kuştin. Şenyaşar diyar kir ku Serdozgerê Rihayê dosye kiriye du beş.

DOSYEYA LI NEXWEŞXANEYÊLI HOLÊ TUNE

Şenyaşar diyar kir li nexweşxaneya dewletê ew hatine kuştin û got “Em li nexweşxaneya dewletê tên kuştin lê li holê qeydên nexweşxaneyê tune. Serdozger divê ji bo êrişê dosyeyekê veke lê du dosyeyên cihê vekir û dosyeya nexweşxaneyê hê jî li hlê utne. Bi tenê dosyeya li kargehê vekir û di bin zexteke giran a siyasî de cezayekî giran da birayê min. Ligel ku kujerên bav û birayê min heman kes in, doza nexweşxaneyê heta îro jî nehatiye vekirin. 3 sal ji ser qetlîamê derbas bû lê derbarê dosyeya li nexweşxaneyê tu gav nehatiye avêtin. Ev bi xwe sûc e.”

Şenyaşar diyar kir ji ber ku di nav kujerên qetlîamê de parlementerê desthilatdariyê heye û ev kes endamê Desteya Rêvebir a Navendî ye dozger wêrek tevnagerin û got “Dozger derbarê dosyeya nexweşxaneyê gaveke fermî navêjin. Ji ber ku ev mesele bûye meseleyeke ku wan derbas dike. Ji ber vê tevî dayika xwe me li pêşiya dadgehê nobeta edaletê da destpêkirin. Ev nobeta me ne bi tenê çalakiya rûniştinê ye. Beriya her tiştî em ji bo edaletê têdikoşin. Di dema têkoşîna me de em 5 caran hatin destgîrkirin, 2 caran polîsan li me dan, ji ber ku em gelekî êşiyan destgîrkirin betal kirin. Herî dawîn bi biryareke skandal em hatin destgîrkiri. Midûrê Şaxa Ewlehiyê yê Emniyeta Rihayê bêyî biryara dozger em destgîr kir. Dema parêzerên me, bi dozger re rûniştin dozger diyar kir haya wî ji vî tiştî tune.”

‘WEZÎRÊ EDALETÊ QAŞO QALA EDALETÊ DIKE’

Şenyaar diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin û got “Kesên xizmên me kuştine ji xwe re digerin lê em nikarin li mala xwe rûnên. Tevî dayika xwe em têkoşîna xwe didomînin. Hemû hewldana emniyet û dozger ev e ku, wê me çawa ji vir dûr bixînin. Ji bo vê hemû metod bi kar anîn. Em destgîr kirin, cezayê pere li me birîn, li me dan, êşkence kirin. Digel van tiştan em têkoşîna xwe didomînin, a niha derbarê dêya min bi hinceta heqaret li karmend kiriye, doz vekirine û 4 sal cezayê girtîgehê jê re tê xwestin. Hemû dinya vê bêhiqûqtî û bêedaletiyê temaşe dike. Wezîrê edaletê di vekirinan de qala edaletê dike lê naxwaze zilma li ser me bibîne.”