Şêniyên Wanê wê ji bo rakirina tecrîdê biçin Amedê

Ji bo mîtînga HDP'ê ya 1'ê Îlonê ya li Amedê, li bajarê Wanê jî amadekarî tên kirin. Hevserokê HDP'ê yê Wanê Umît Dede bang li gelê Wanê kir ku tevlî mîtîngê bibe.

HDP wê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Meydana Stasyonê ya Amedê bi şiyara 'Nabe ku aştî bê tecrîdkirin' mîtîngekê li dar bixe. Ji bo vê mîtîngê li Wanê jî amadekarî tên kirin. Hevserokên HDP'ê yên Wanê û wekîlên wê tax bi tax, kolan bi kolan digerin û gel dawetî mîtîngê dikin.

Şêniyên Wanê ji bo tevlî mîtînga aştiyê bibin wê roja Şemiyê saet 8'an li otogara Wanê bi otobusan bi rê bikevin.

DEDE: EM GELÊ XWE DAWET DIKIN

Hevserokê HDP'ê yê Wanê Umît Dede daxuyaniyek da û got, "Ji bo pêşÎ li polîtîkayên AKP'ê yên ku welêt dixe nava şer bê girtin, ji bo em dengê aştiyê bilind bikin, ji bo pêşî li rêya aştî û diyalogê were vekirin, ji bo rakirina tecrîda li ser Birê Abdullah Ocalan em bang li gelê xwe kirin ku 1'ê Îlonê roja Şemiyê saet 16'an tevlî mîtînga me bibin. Rêxistina HDP'ê ya Wanê di vî warî de amadekariyan dike. Welatiyên me yên dixwazin tevlî mîtîngê bibin dikarin serî li rêxistinên me yên navçeyan bidin û roja Şemiyê saet 8'an li otogara Wanê bin."