Şêniyên Roboskî zarokên xwe bi bîr tînin

Bi wesîleya salvegera Komkujiya Roboskî ku 7 sal beriya niha ji aliyê dewleta Tirk ve hate kirin, şêniyên Roboskî dest bi merasîma bîranînê kirin.

Rejîma Tirk, 28'ê Kanûna 2011'an li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê bi balafirên şer bombe li sivîlan barandibû. Di komkujiyê de 34 kesan jiyana xwe ji dest dan ku 19 jê zarok bûn.

Şêniyên Roboskî zarokên xwe yên di komkujiyê de hatin kuştin, di salvegera 7'an de bi bîr tînin.

Tevî ku berf û baran didê û hewa gelekî sar e, malbatan rahiştin wêneyên zarokên xwe û li mizgefta gund li hev civiyan.

Li mizgeftê jî wêneyên 34 kesan hate daliqandin. Li gund, êş û hêrseke mezin heye. Malbatên li hev civiyane zarokên xwe, xizmên xwe bi dilşewat bi bîr tînin. Malbat li bendê ne ku berf kêm bike ji bo biçin ser gorên xizmên xwe.

Leşkerên Tirk jî mîna her carê dor li wan girtine û zextê li wan dikin. Gelek leşkerên rejîma Tirk beriya destpêkirina bîranînê li gund hatin bicihkirin. Li pêşiya gund û li pêşiya goristanê wesayit tên rawestandin, nasname tên kontrolkirin û tên saxkirin.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî di nav de gelek parlamenter, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û parêzer wê beşdarî merasîma îro ya li gund bibin.