Şêniyên Mexmûrê li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirin

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li wargeha Mexmûrê greva birçîbûnê dest pê kir.

Li wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, komek ji Kurdistaniyan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê Bêwar Unver li ser çalakiyê daxuyanî da û got, "Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve Rêber Apo nikare parêzerên xwe bibîne. Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê me em dest bi greva birçîbûnê dikin."

Unver bomberdûmana balafirên şer a artêşa Tirk a li wargehê şermezar kir û got, "Em ê heta dawiyê rûmeta xwe, nirxên xwe biparêzin û têkoşîna xwe geş bikin. Tevî vê yekê, heta bidawîbûna tecrîdê û hilweşandina faşîzmê, em têkoşîna xwe roj bi roj mezin bikin."

Piştî daxuyaniyê dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî her cure çalakiyên li dijî tecrîdê" hatin qîrîn û greva birçîbûnê dest pê kir.