Şêniyên Mexmûrê li dijî gefên Tirkiyeyê banga yekîtiyê kirin

Şêniyên Wargeha Mexmûr li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker banga yekîtiyê kirin.

Dewleta Tirk piştî têkçûna li Garê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê gefên xwe yên li ser Mexmûr, Şengal, Qendîl û Rojava zêde kir.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) nêrînên xwe li dijî van gefên dewleta Tirk a dagirker anîn ziman, banga yekîtiyê li hemû gelê Kurd kirin û diyar kirin ku dem, dema azadiyê ye, pêwîste Rêberê xwe azad bikin.

Dayika Xanim Gundikremo li ser gefên dewleta Tirk axivî û diyar kir ku ger ji Erdogan hatiba niha ew qir kiribûn û got: "Ma qey dewleta Tirk tenê îro van gefan li me dixwe, her tim gefên wiha dixwe. Ji xwe em ji ber talan, zext û girtinên dewleta Tirk ji warên xwe bûne û hatine vir. Her tiştên me li warê me hebû. Em hatine vir jî hîn gefan li me dixwin. Dewleta Tirk dijminek hov ê bêwijdane. Ev ji 20 salan zêdetire em li ber xwe didin û em ê berxwedana xwe bidomînin. Em ê bi ser bikevin."

Selîm Şaxî jî da zanîn ku tu çareya dewleta Tirk nemaye ji ber wê ewqas gefan li Mexmûrê dixwe û got: "Dewleta Tirk çû Garê 37 leşkerên wan hatin kuştin, neçar ma ku vekişe. Ji ber ku Mexmûr, Şengal û Garê herêmên stratejîk in ji ber wê çendê dewleta Tirk gefên dagirkeriyê li van herêman dixwe. Tirkiye ji gelê Kurd ditirse. Hikûmeta Herêmê jî piştgiriyê dide dewleta Tirk ji ber wê çendê karibûn êrîşî Garê bikin."

Çalakvanê greva birçîbûnê Xûrşîd Demir jî destnîşan kir ku hemû xeyalên dewleta Tirk û hevkarên wan ê ji bo dagirkirina Garê pûç bûne û wiha pê de çû: "Hemû xeyalên dewleta Tirk û hevkarên wan ên li Garê ku digotin; 'em ê mizgîniyekê bidin' pûç bûn. Dewleta Tirk ew êsîr bi salan di destê gerîlayan de bûn qetil kirin û di êrîşa xwe de bi bin ket. Emerîka, PDK û herkes dizane ku Mexmûr, Şengal, Qendîl û Garê hemû di hedefa wan de ye. Niha êrîşî sivîlan dike, êrîşî HDP’ê dike, ev ji binketina wan tê. Tirkiye dixwaze di kesayeta PKK’ê de Kurdan tine bike. Ji ber serketina Garê em keyfxweşin û em serketinê pîroz dikin. Em bang li hemû Kurdan dikin pêwîste ji bo azadiya Serokatiyê û rakirina tecrîdê hemû rabin, li dijî vê nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Dem dema azadiyê ye, pêwîste em Serokê xwe azad bikin."

Endamê Tevgera Ciwanên Mexmûrê Mûrad Roboskî axivî û got: "Dewleta Tirk li Garê êrîşek hovane lidar xist. Piştre derket holê ku Tirkiye di vê êrîşê de bi bin ket, ji ber vê pir bi hêrs bûye. Gelek rayedarên Tirk derketin li pêşberî televîzyonê û daxuyaniyên cuda dan ku operasyonek li ser kampa êsîran a li Garê kirine, piştre bi xwe daxuyanî dan û vekirî gotin; 'em reviyan û operasyona me bi ser neket'. Piştî ku me li dîmenên ku gêrîlayan parvekirî temaşe kir, bi rastî me dît ku leşkerên dewleta Tirk li wir tarûmar bûne. Bi ewqas hêz û balafiran operasyon kirin, lê di dawiyê de bi zorê karîn birevin. Heval Mûrat Karayilan jî di daxuyaniya xwe de got, 'Hema 3 saetan rewşa hewayê di milê me de ba, me wê ew tarûmar bikira' rastî jî wisa bû. Bi serketina Garê em keyfxweş bûn; heta ku me li vir şahî jî kir. Dewleta Tirk digot; 'Em ê Mexmûrê bişewitînin, li Qendîlê ala xwe danin', lê ev 40 sale wisa gefan li gelê Kurd dixwe. Gelê Mexmûrê ji gefên wan natirse, ev 20 sale bi rûxmê her zehmetiyê li vir li ber xwe dide. Em her tim ji bo her tiştê amade ne, Mexmûr her tişt îspat kiriye ku çiqas êrîş jî bikin, ji xwe çendîn car bi balafiran li wargehê dan, ewqas gelê me şehîd kirin, Mexmûr hîn li vir e. PDK xwe di bin siya Tirkiyeyê de diveşêre, xwe radest kiriye. Her tim di bin berjewendiyê Tirkiyeyê de digere, ev 2 sale ambargoyê bi xwesta Tirkiyeyê datîne ser Mexmûrê. Heta ku kongreyek neteweyî çênebe, wê her tim mala Barzan bi dijmin re tevbigere. Em weke ciwan ji bo azadiya Rêber Apo çi ji destê me bê em bikin û li gel gerîlayan cih bigrin."

Endama Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê Selma Bozan jî serketina Garê pîroz kir û got: "Bi rûxmê ku Tirkiyeyê li Garê hemû cûrên teknîkê bi kar anî, bi berxwedana gerîla bi dawî bû. Ev gefên Erdogan li Kurdan bi taybetî li Mexmûrê dixwe hêrsbûna wî ji binketina Garê tê. Ji ber ku wargeha Mexmûrê di aliyê ciwanan de xwedî hêzek a dînamîke ku li her parçeyên Kurdistanê rengek û dengekê wê heye, dixwaze vemirîne. Em weke ciwan dizanin ku ew di rewşeke tengav de ne. Em weke ciwanên wargehê bi hemû hêza xwe ve piştgiriya gerîla dikin û rêya têkoşîna ku em dimeşînin em ê heta azadiya Rêber Apo û gelê Kurd bi felsefeya Rêber Apo berdewam bikin. Erdogan çiqas gefan bixwe bila bixwe em ê bi îradeya xwe û bi felsefeya Rêbertiyê van gefên wî pûç bikin."