Şêniyên Mexmûrê: Li ber hovîtiya dewleta Tirk rabin

"Dewleta Tirk ewqasî teng bûye ku bi çekên kîmyewî êrîşê zarokên me dike. Her welatparêz li ku dibe bila bibe divê rabe ser piyan."

Dewleta Tirk a dagirker a ku her ku diçe, ber bi hilweşînê ve diçe, hovîtiya didomîne. Ev ji tecrîda li Îmraliyê, bikaranîna çekên kîmyewî û heta şewitandina cenazeyên leşkerên xwe, diyar dibe. Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî vê rewşê ji ANF’ê re axivîn.

Yek ji şêniyên Mexmûrê Mehmûd Manak diyar kir, dewleta Tirk tevî ku çekên qedexekirî bi kar tîne, nikare li hemberî gerîla bisekine û wiha got: “Bi van dîmenên ku di demên dawî de hatin parvekirin, hovîtiya dewleta Tirk û alîgirên wan, eşkere bû. Em ê tu carî wê hovîtiyê qebûl nekin û em ê her tim li dijî wê têbikoşin. Bila gelên cîhanê, kesên demokrat û dewletên ku dibêjin em demokrat in, erk û berpirsyariyên xwe pêk bînin û li hemberî vê hovîtiyê helwesta xwe raber bikin.”

Manak bilêv kir ku bi rastî tu hêviya wan ji dewletên navneteweyî nîne, ji ber ku ew jî hevkarê vê qetlîamê ne, ew çekên ku niha li Kurdistanê tên bikaranîn, hemû jî çekên NATO’yê ne û wiha got: “Divê gelê Kurd li her qadê rabe serhildanê. Ew tu carî nikarin li hemberî zarokên Kurdan ên ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde kirin, bisekinin. Em ê tola wan hevalên ku bi vê hovîtiyê hatin qetilkirin, hilînin. Weke ku di dîmenan de jî diyar dibe ku dewleta Tirk ewqas rezîl bûye ku êdî bi destê xwe cenaze û leşkerên xwe yên birîndar dişewitîne. Lê ew çi bike jî nikare pêşî li gerîla bigire.”

‘DIXWAZIN KU KES SÛDÊ JI ZANEBÛNA RÊBERTÎ NEGIRE’

Dayika Xanim Spêrtî jî işaret bi tecrîda li Îmraliyê kir û ev tişt gotin: “Em vê tecrîda ku li ser Serokê me tê meşandin, qebûl nakin. Mînaka Serokê me Kurdan, li tu dera cîhanê nîne. Ji ber ew ne tenê Serokê me ye, Serokê hemû mirovahiyê û gelên bindest e. Sedema tecrîd û astengkirina hevdîtinan jî ew e ku, kes sûdê ji zanebûna wî negire. Divê em xwedî li Serokatiya xwe derbikevin.”

‘EGER NE JI PKK’Ê BÛYA, NIHA KURDEK JÎ NEDIMA’

Xanim qala hovîtiya dewleta Tirk a faşîst kir û wiha pêde çû: “Ji bê çaretiyê cenazeyên leşkerên xwe dişewitîne, da ku malbat pê nehesin. Ew qas teng bûye ku lewma bi çekên kîmyewî êrîşê zarokên me dike. Her kesê welatparêz û her dayikek li ku derê dibe bila bibe, bila piştgiriyê bidin gerîla, rabin ser pêyan û çalakiyan li dar bixin. Sibê dereng e, divê demildest rabin. Eger ku dewleta Tirk ewqas jêhatiye, bila şerê sing û sing, li hemberî gerîla bike; lê yek saetê jî nikare li hemberî gerîla bisekine. Eger ji ne PKK’ê bûya, niha Kurdek jî nedima. Hingê ku di cîhanê de PKK’iyek ma be, em ê bin nekevin û serketin a me ye.”

‘RÊBER APO JI BO GELÊ KURD JI TUNEBÛNÊ RIZGAR BIKE, HER TIŞTÊ XWE FEDA KIRIYE’

Yek ji xwendekarên Mexmûrê Mahir Tunç jî destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo rastî heqîqet û gelê Kurd, berxwedaniyek bê hempa nîşa daye û wiha got: “Lewma divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Rêber Apo ji bo misogerkirina azadiya gelê Kurd, di temenekî ciwan de, dest bi kar û xebatên şoreşgeriyê kiriye. Bi hevrêyên xwe re ji bo gelê Kurd ji tunebûnê rizgar bike, hemû tiştên xwe ji bo gelê xwe feda kiriye.”

Tunç di dawiya axaftina xwe de bang li dewletên navneteweyî kir ku li dijî tecrîda li Îmraliyê bêdeng nemînin û divê xweseriya gelê Kurd berçav bigirin.