Şêniyên Mexmûrê êrîşên kîmyewî protesto kirin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê, li dijî êrîşên kîmyewî yên ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî gerîla pêk tîne, meşiyan.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo protestokirina êrîşên kîmyewî yên ku dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li hemberî gerîla pêk tîne, meşiyan.

Çalakger li ber Saziya Malbata Şehîdan hatin ba hev û ji vir heta ber Neteweyên Yekbûyî (NY) meşiyan. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK û HPG’ê û wêneyên 17 gerîlayên HPG’ê yên di êrîşa kîmyewî de şehîd bûbûn û pankartên li ser hatibûn nivîsîn “Dewleta Tirk li hemberî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne” û “Çekên kîmyewî ev der Geliyê Zîlan e” hatin hildan. Her wiha bê navber dirûşmeyên “Bimre xiyanet”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Kujer Erdogan” hatin berzkirin. Ji bo bal bê kişandina ser êrîşên kîmyewî jî, çalakvanan cilên spî li xwe kirin.

Dema ku girse gihişt ber NY’ê li vir ji bo bîranîna şehîdên Tevgera Azadiyê, deqeyek rêz hat girtin. Piştre Endamê Komîteya Dîplomasiyê Saît Çomlek axivî û diyar kir ku dewleta Tirk tu carî nekariye dawî li şerê azadiyê bîne û wiha got: “Ji ber ku dewleta Tirk îro ketiye tengasiyê di aliyê siyasî, aborî û dîplomasiyê de têk çûye, rê û rêbazên gelek qirêj bikar tîne û bikaranîna çekên kîmyewî jî beşek ji vî şerê qirêj e. Her wiha bi firotina tiryakê jî, hewl dide şerê xwe yê qirêj bidomîne.

Dewleta Tirk ne tenê vê salê dest bi karanîna çekên kîmyewî kiriye, ev bi dehan sal in li hemberî gerîla êrîşên kîmyewî pêk tîne. Dewletên cîhanê yên endamên NATO’yê jî ku qaşo xwe demokratîk dihesibînin, çavê xwe li hemberî bikaranîna van êrîşan digirin. Lewma divê hemû saziyên demokratîk ên cîhanê, li dijî êrîşên kîmyewî rabin. Em bang li hemû Kurdên ku li her dera cîhanê dikin ku li dijî êrîşên kîmyewî, helwesta xwe nîşan bidin. Divê baş bê zanîn ku dewleta Tirk wê tu carî bi ser nekeve.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Gerîla”, “Bimire xiyanet” û “Bijî berxwedana Zap, Avaşîn û Metîna” bi dawî bû.