Şêniyên Helebçeyê serketina gerîla ya li Garê silav kirin

Şêniyên Helebçeyê doh êvarê daketin qadan û bi xwepêşandanekê serketina gerîla ya li Garê pîroz kir.

Berxwedana gerîlayên HPG'ê ya navbera 10-14'ê Sibatê ya li herêma Garê, ku di encamê de êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk hate têkbirin, li nava Kurdan deng veda. Ji hingî ve li gelek deveran pîrozbahî tên lidarxistin û serketina Garê tê silavkirin.

Yek ji wan jî li bajarê Helebçeyê yê Başûrê Kurdistanê bû. Doh bi şev Rêxistina Jin ên Ciwan ên Têkoşer û Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê li Baxê Giştî yê Helebçeyê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de serketina gerîla ya li dijî dewleta Tirk hate silavkirin.

Şêniyên li hev civiyan li ber stranan govend gerandin û dirûşmên "Bijî berxwedana gerîla", "Bijî Serok Apo" qîriyan.