'Şêniyên Deştedarê her tişt dît, wê dengê xwe li gorî vê bide'

Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya bajarokê Deştadarê ya Şirnexê Mehmet Balicak got, "Gel kiryarên qeyûman jî dît, hewldanên tepisandinê jî. Lewma wê bi vî rengî biçe ser sindoqan û dengê xwe bide."

Li bajar û navçeyên Şirnexê xebatên ji bo hilbijartinê zêde dibin. Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya Deştedarê Mehmet Balîcak qala projeyên xwe kir.

Balîcak demeke dirêj bi sewalkarî û cotkariyê debara xwe kir û got, "Piştî ku derfetên vî karî nehiştin, min dest bi ajokariyê kir û bar dibir ji welatên cuda re. Salên dawî min giranî da karê partiyê. Hîn jî li şaredariyê bi wezîfeya encûmeniyê radibim. Min heta pola 5'an a dibistana seretayî karîbû bixwîne. Sal û nîvekê li girtîgehê hatim hiştin. Bi dîtina min, di nava wê sal û nîvekê de bi qasî yekî zanîngeh xwendibe min perwerde dît."

Balîcak diyar kir, heta sala 2008'an partiya wan li bajarokê Deştadarê nebû, ji bo ev kêmasî ji holê rabe wî dest bi kar kir û got, "Bajarokê me bi têra xwe mezin e. Me got, 'di hilbijartinê de em dikarin bi ser bikevin' û me wê wextê li vê derê avahiya partiya xwe vekir. Bêguman ev yek ji bo desthilatdariya AKP'ê nebaş bû û bi komployekê tevî min 12 hevalên avahiya partiyê vekirin hatin girtin."

Balîcak di dewama axaftina xwe de got, "Gel niha her tiştî dibîne. Hovîtiya ku di dema 'qedexeya derketina derve' de hate kirin dît, kiryarên qeyûman, zext û zordarî dît. Niha jî berxwedana Leyla Guven û berxwedêrên li zindanan dibîne. Pêwîstî pê nîne ku ji vî gelî re qala gelek tiştan were kirin. Gel wê ji bo paşeroja xwe û zarokên xwe dengê xwe bide.

Em ê di vê hilbijartinê de jî bi ser bikevin. Em li nava malan digerin, li gelê xwe guhdarî dikin. Li daxwazên wan guhdarî dikin û qala projeyên xwe dikin. Bi gelê xwe re em ê 31'ê Adarê dengê xwe bidin û bi destûra Xwedê em ê bi ser bikevin."