Şêniyên Başûrê Kurdistanê: Pêwîst e Rêber Apo serbest bê berdan

Welatparêzên başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” anîn ziman û gotin: “Azadî Rêber Apo azadiya gelê Kurd e.”

Her ku diçe piştgirî ji bo kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” zêde dibin. Welatparêzên başûrê Kurdistanê der heqê girîngiya kampanyayê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Ebdulah Ocalan de ji ANF’yê re axivîn û gotin: “Em wek gelê Kurd tune nabin, em ji nav naçin!”

Dayika sê şehîdan Dayke Kurdistanê bal kişande ser girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Wek jineke Kurd û dayika şehîdan peyama min ew e ku divê di zûtirîn demê de Rêberê Gelê Kurd, rêberê aştiî, azadî û aramiyê azad bibe. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e û eger Rêber Apo azad nebe, em wek gelê Kurd jî azad nabin.”

Dayke Kurdistanê behsa êrişên dirindane yên Dewleta Tirk a dagirker kir û got: "Dewleta Tirk çekên kîmyewî li dijî hevalên me bi kar tîne. Em wek gelê Kurd tune nabin, em ji nav naçin. Em wek gelê Kurd em ê her tim bimînin."

“ÇARESERIYA SEREKE LI BA RÊBER APO YE”

Bavê şehîd, Amanc Heme Reşîd jî wiha got: “Ev kampanya wê heta 14’ê Sibatê bi belavkirina pirtûkên Rêber Apo, konferans û semîneran berdewam bike. Em jî wek gelê Başûr heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, em ê beşdarî vê kampanyayê bibin.”

Amanc Heme Reşîd di berdewamiya axaftinên xwe de ev tişt anîn ziman: “Bê Rêber Apo pirsgirêka Kurd li tu parçeyekî Kurdistanê çareser nabe. Çareseriya sereke li ba Rêber Apo ye.”

“PÊWÎST E JIN Û CIWAN  JÎ BEŞDARÎ KAMPANYAYÊ BIBIN”

Aktîvîsta jin Edîbe Eliyê bal kişande ser girîngiya beşdarbûna ciwan û jinan û wiha got: “Ez wek jineke azad, ji bo azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd, bang li ciwan û jinên têkoşer dikim ku beşdarî xwepêşandanan bibin. Peyama min ji bo gelê Kurd ew e ku heta Rêber Apo ji zindan û tecrîdê rizgar dibe, her tim xwepêşandanan bikin.”