Şêniyên Amedê ji ber bihabûna kirê bêzar bûne

Şêniyên Amedê nerazîbûn nîşanî bihabûna kirê dan û gotin, "Di nava vê bihabûnê de jiyan gelekî zehmet e. Em nizanin bê çi bikin."

Li Kurdistan û Tirkiyeyê ku krîza aboriyê giran bûye û enflasyon jî lê bilind bûye, li sektora avahiyan jî rewş zehmet bûye. Kirê gelekî zêde bûye, mirovên di kirê de ne bêzar bûne. Li Amedê jî rewş bi heman rengî ye.

Me bihayê kirê li Amedê ji xwediyê xaniyan û kesên di kirê de ne pirsî.

Azîz Keleş anî ziman ku bi salan e xaniyan dide kirê, lê belê ti carî bi qasî îsal kirê biha nebû bû. Keleş ragihand ku para sîstemê di vê rewşê de heye û işaret bi para sektora emlaqê û xwediyên milk jî kir.

Kelek bi bîr xist ku li ku dibe bila bibe pêwîstiya mirovan bi cihekî xwe lê bistirê heye û got, "Mirovên ku hatineya wan kêm e, êdî li cihekî nikarin bibin xwedî malekê. Li herêma me nifûsa malê zêde ye. Ji ber vê yekê jî mirov neçar dimînin ku li taxên kedkaran bi cih bibin. Li van taxan jî kirê ji 800 heta 1500 TL ye. Dema ku mirov fatûre û lêçûnên mutbexê jî lê zêde dike, hingî mûçeyê mehane têrê nake."

BIHABÛN BANDOREKE GIRAN LI DIKANDARAN DIKE

Dikandar Recep Ozalp ku di kirê de ye, anî ziman ku di dema şewbê de jî ew hatin mexdûrkirin û got, "Di dema şewbê de jî ji sedî 100, ji sedî 150 bihayê kirê hate zêdekirin. Mînak kirêya dikan û malên li vê derê sala derbasbûyî ji 700 heta 800 lîreyî bû, lê îro 2 hezar û 500 lîre ye. Xwediyên milkê, kesên berê derdixîne û kirêkarên nû bi bihayekî hîn zêdetir peyda dikin. Ev yek jî bandoreke giran li me dikandaran dike. Em niha nikarin qezenç bikin. Ji ber ku pirsgirêkên mezin hene. Em di demeke welê de ne ku karibin çend nanan ji zarokên xwe re bikin, ew têra me dike."

MÛÇEYÊ MIN TÊRA TIŞTEKÎ NAKE

Xatûn Guldali jî diyar kir ku ew di kirê de ne, ji aliyê aborî ve gelekî zehmetiyan dikişînin û ji ber bihabûnê bêzar bûne. Guldali anî ziman ku kirê ji 2 heta 3 hezar lîreyî ye û got, "Ma mûçeyê mirovan çiqas e ku karibin vê kirê bidin? Mirov mûçeyê kêmtirîn werdigirin. Ma ev pere wê têra kirê, fatûre yan jî lêçûnên mutbexê bike? Fatûreya avê tê, 150 heta 200 lîre ye. Fatûreya elektrîkê 400 lîre ye. Em nikarin van bidin. Jİ ber vê yekê jî divê heqê kirê û fatûreyan kêm bibe. Mûçeyê min ê extiyariyê li fatûreyan diçe. Tiştek ji min re namîne."

BILA KIRÊ Û FATÛRE NEYÊN BIHAKIRIN

Mekiye Bozkûrt xwest ku kirê û fatûre neyê zêdekirin û got, "Ji ber bihabûnê em nikarin tiştekî bikirin. Kîloyek penêr bûye 60-70 lîre, kîloyek firingî bûye 10 lîre, patat bûye 9 lîre, 5 kîlo rûn bûye 200 lîre. Ew rûn mehekê jî têra me nake. Em êdî ne karin fêkî bikirin, ne jî tiştekî din. Çar xwendekarên min hene. Ez ê çawa mesrefa wan bidim? Ji xwe kar tune, yên dixebitin jî bi mûçeyekê kêm dixebitin. Em nizanin bê çi bikin."