Şêniyên Şehrêkurd li dijî ‘mafiyatiya avê’ daketin qadan

Welatiyên bajarê Şehrêkurd a Rojhilatê Kurdistanê li hemberî polîtîkayên veguhastina avê ya rejîma Îranê herikîn kolanan û bi meş û mîtîngeke girseyî nerazîbûna xwe nîşan da.

Li hemberî polîtîkayên rejîma Îranê ya derbarê ava vexwarinê ku li gelek navçe û bajaran Îranê bi taybetî yên Rojhilatê Kurdistanê bûye sedemê pirsgirêkan, ev demeke ku gel dadikeve kolanan û nerazîbûna xwe nîşan dide. Tevî bê yekê jî heya niha rayedarên rejîma Îranê dest ji israra xwe ya li ser polîtîkaya avê ku gel wê wek “mafiyatiya avê” pênase dike bernedaye.

Duh bi heman armancê şêniyên bajarê Şehrêkurd a girêdayî parêzgeha Çarmehalê Bextiyarî ku şêniyên xwe Lor in bi rengekî girseyî daketin kolanan û ber bi parêzgehiya bajêr meşiyan. Çalakvanan di meşê de pankarta li ser hatibû nivîsandin “Ev der Çarmehale, birina avê nepêkan e” vekiribûn û bi domdarî nivîsa li ser pankartê weke dirûşme jî berzdikirin. Her wiha daxwaz ji welatiyên bajêr û herêmê kirin ku piştgiriyê bidin çalakiya wan.

Di meşê de ku jinên Şehrêkurdî bi rengekî çalak tevlê bibûn de nerazîbûnên xwe li hemberî siyaseta veguhastina avê ya rejîma Îranê nerazîbûnên xwe bi gotina “bimre mafyayên avê” anîn ziman.

Meş ku li ber deriyê parêzgehê veguherî mîtîngê li wê derê axaftin bi zimanê Farsî û Lorî hatin kirin. Di axaftinan de bertek nîşan dan û gotin ku ewê bi ti awayî wê siyasetê qebûl nekin û li hemberî wê li qadan bin.

Di mîtîngê de her wiha bang li her kesê hat kirin ku heya daxwazên wan neyê bicih anîn û rejîma Îranê dest ji vê siyaseta xwe bernede, hemû rojê li qadan bin.