Şengaliyan bi civînekê Komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin

Li çalakiya nobedê ya ‘Em hemû asayîş in’ bi pêşentiya TAJÊ civînek hate kirin û Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû kirin, şermezar kirin.

Ji bo şermezar kirina komploya 15’ê Sibatê bi pêşengiya TAJÊ’ê îro li konê berxwedanê ji bo hemû sazî û dezgahên Şengalê civînek hat li darxistin.

Civîn ji aliyê berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sabîha Sabrî û berpirsê Asayişa Êzidxanê Xalid Şengalî ve hat birêvebirin.

Sabîha Sabrî di destpêkê de Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji aliyên dewletên navneteweyî ve hatî pêkanîn şermezar kir.

Sabrî destnîşan kir ku bi vê komployê xwestin ku Gelê Kurd hemû bê îrade û bê rêber bihêlin û got: “Lê Rêber APO bi têkoşîn û berxwedana xwe ya 23 salan a bêhempa ya li Îmraliyê ev pîlan vala derxist. Ger ku ev îro 71 rojin em li ber vî konê berxwedana ji bo destkeftiyên Êzidxanê li ber xwe didin, bi saya fikir û ber xwe dana Rêber Apo ye. Ji bo azadiya Rêber Apo em wek jinên Êzidî heta dawiyê em ê têbikoşin û li ber xwe bidin.”

Xalid Şengalî jî bal kişand ser komloya 15’ê Sibatê wiha got: “Komploya 15’ê Sibatê ji bo me jî rojek reş e û em vê rojê bi tundî dewletên komloger şermezar dikin.”