Şengalî daxwaza wekheviyê li rêveberiya Iraqê dikin

Bi hatina zivistanê re şert û mercên jiyanê yên Şengalê giran dibe. Welatiyên Şengalê ji rêveberên Iraqê gilî û gazinan dikin û dibêjin, di dema belavkirina gaz û mazotê de rêveberên Iraqê nîjatperestiyê dikin.

Bi hatina werza zivistanê re jiyana li Şengalê girantir bûye. Li navenda Şengalê rêveberên Îraqî dest bi belavkirina gazê kirin. Welatiyên Şengalê ji belavkariya rêveberên Iraqê ya gaz û mazotê nerazîne û diyar dikin ku gaz bi wekhevî nayê parvekirin û nîjadperestî tê kirin.

Welatiyê bi navê Bapîr Talu diyar kir, ji bo pêwîstiyên zivistanê ev 3 roj û şev in di rêza girtina gaz û mazotê de ye, lê heta niha nekariye werbigire. Tolu gazina wê yekê kir ku hinek kes tên bê ku rawestin ji ber mirovên hev diçin gazê digirin. Ev jî dibe sedem ku mafê welatiyên ku li rêzê ne bê xwarin.

Talu da xuyakirin ku artêşa Iraqê welatiyên Ereb ên gundê Bilêç û derdora wê anîne û gaz li wan belav kiriye got: "Ev kedxwarî ye, ev yek xwarina mafê welatiyên din e. Ji roja ku ferman bi serê civak Êzidî hatî hikumeta Iraqê ti xizmetgurzarî ji bo vî gelî nekiriye. Rêveber li şûna gazê li welatiyan belav bikin didizin û difiroşin. Rewşa gelê Şengalê pir xirab e."

Bapîr Talu anî ziman ku ji ber mercên giran ên zivistanê û nebûna gazê zarok nexweş dikevin. Tolu bang li dewletên navneteweyî kir ku alîkariya Şengalê bikin.

Mejdel Xêro jî destnîşan kir ku ew 5 roj û şev in li dora girtina gazê ne, lê hê wernegirtiye. Xêro diyar kir ji bo 20 malan hatiye gazê bigire, lê li gorî rewşa heyî tîne ziman ku wê dest vala vegere. Xêro got: "Rewşa welatiyên Şengalê nebaşe. Eger kar hebûna em ê biçûbana kar. Divê derfetên kar bên afirandin."

Xêro anî ziman ku ji bilî wî bi sedan malbat li benda girtina gazê ne her wiha li Şengalê jî bi hezaran kes ji ber pereyên wan nîne nikarin gazê bikirin.

Mejdel Xêro bang li dewletên navneteweyî kir ku destê alîkariyê bidin Şengalê. Xêro diyar kir ku ne hikumeta Iraqê alîkarî dike û ne jî derfetê gel heye ku bikarin pêwîstiyên xwe bicih bînin.