Şengal bi serketina Qasim Keşko kêfxweş e
Rêveberiya Xweser ya Şengalê serketina namzetê PADÊ Qasim Keşko pîroz kir û got, "Divê civaka Êzidî êdî xwe bi xwe birêve bibe û rêveberên xwedî wijdan ên dilsozê Êzidiyan hilbijêrin.”
Rêveberiya Xweser ya Şengalê serketina namzetê PADÊ Qasim Keşko pîroz kir û got, "Divê civaka Êzidî êdî xwe bi xwe birêve bibe û rêveberên xwedî wijdan ên dilsozê Êzidiyan hilbijêrin.”
Bi amadebûna endamên Desteya Rêveber ya Şengalê, Desteya Eşayîrî, Meclîsa Gel ya Şengalê, TAJÊ, Tevgera Ciwanên Êzidî û amadebûna Qasim Keşko daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn.
Bi navê Meclîsa Xweser ya Şengalê Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo axivî û da zanîn, ku wan kursiyeke Encûmena Mûsilê bidest xistine û got: “Nûnerê me mamoste Qasim Keşko bi ser ket. Em vê serketinê li hemû Êzidiyan pîroz dikin. Em li hemû malbatên şehîdan pîroz dikin. Ji ber kedeke mezin a şehîdên me di PADÊ de heye. Keda şervan û mirovên wêrek tê de heye. Divê gelê me êdî rê nede xwefiroşan, ji bo li ser wan serwer bibin. Bila zarokên Êzidiyan yên xwedî şeref, wijdan û wêrek û dilsoz bibin nûnerên Êzidiyan. Em dûbare vê serketinê li we tevan pîroz dikin.’
Qasim Keşko jî di daxuyaniyê de peyamek da û got: “Em li hember hemû yên dixwazin zilmê li gelê bikin, bisekinin. Bi taybet jî emê li hember pêkanînên PDK’ê rawestin. Nîvê zêdetirê Şengalê hîn wêrane, emê ji bo avadankirina wê bixebitin. Ezê ji bo xweseriya gelê me bixebitin.”
Fermandariya Asayîşa Giştî ya Êzidxanê jî bi peyameke kurt ya nivîskî pîrozbahî li gel kir û wiha hate gotin: “Em di serî de vê serketinê li Rêber Apo, li şehîdan, hemû şehîdên fermanê, dayikan, li YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê, kesayetê welatparêz birêz Qasim Keşko û partiya me PADÊ pîroz dikin. Em vê serkeftinê li Êzidxanê pîroz dikin. Emê ji bo xweseriya Şengalê têkoşîna xwe mezintir bikin.”
Li koçka gundê Sîba jî gel li hev kom bû, şekir belav kirin.
Her wiha di van kêliyan de jî li hemû navçeyên Şengalê û navenda wê çalakiyên pîrozkirina serkeftina namzetê PADÊ û Rêveberiya Xweser ya Şengalê Qasim Keşko di hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Nînovayê de dewam dikin. Her wiha tê payîn ku li Şengalê îro bi wesîleya pîrozkirina serketina Qasim Keşko pîrozbahiyeke girseyî bê lidarxistin.