Şehîdên Parîsê li Ranya û Kelarê hatin bibîranîn - HATE NÛKIRIN

Ji bo Şehîdên Komkujiyên Parîsê li Ranya û Kelarê, merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Li Ranya bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi boneya 10’emîn salvegera Komkujiya Parîsê ku têde yek ji damezrînerên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) hatibûn qetilkirin, merasîmek bîranînê hat lidarxistin.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê, endama Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) Mom Şadî Semed axivî û şehîdên Parîsê bi bîr anî. Semed got ku divê dosya komkujiyan demildest were ronîkirin û sûcdar werin cezakirn.

Piştî axaftinan sînevziyona li ser têkoşîn û jiyana Sakîne Cansiz hate pêşandan.

KELAR

Li navçeya Kelar a Germiyan şehîdên komkujiya Parîsê hatin bîranîn. Di bîranînê de sînevîzyona li ser têkoşîn û jiyana Şehîd Sakîne Cansiz hate pêşandan.

Li navçeya Kelar a Germiyan Şehîdên Komkujiya Parîsê ku têde yek ji damezrînerên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) hatibûn qetilkirin, bi semînerekê hatin bîranîn.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê, peyama Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) ji aliyê Suham Mehmûd ve hate xwendin. Di peyamê de wiha tê gotin: “Di demekî ku em salvegera 3 şehîdên jin ên pêşengên Kurd Cansiz, Dogan û Şaylemez dikin, hewaya şoreş û dirûşmeya, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li seranserî Kurdistanê belav bûye. Heval Sara ji destpêka damezrandina PKK’ê ve, ji girtîgehê heta çiyayên Kurdistanê û di hemû dem û cihî de têkoşîn kir.”

Di semînerê de Suham Mehmûd li ser têkoşîna Şehîd Sara hinek xal pêşkêş kir. Di dawiya semînerê de li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Sakîne Cansiz sînevîzyonek hate pêşandan.