Şehîdên Mexmûrê li Qendîlê hatin veşartin

Endamên Hêzên Xweparastinê yên li kampa Mexmûrê di êrîşa balafirên şer de şehîd bûn, li Qendîlê bi merasîmekê hatin veşartin.

Cenazeyên 5 endamên Hêzên Xweparastinê yên Mexmûrê ku ji ber êrîşa bi balafirên şer li kampê şehîd bûn, danê sibehê ji aliyê bi hezaran kesî ve ber bi Qendîlê hatin birêkirin.

Bi hezaran kes danê sibehê li ber Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê li hev civiyan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, HPG, YJA Star û KCK'ê û wêneyên şehîdan hildan.

Girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" cenazeyên şehîdan ber bi Qendîlê ve şandin.

Karwanê ku cenazeyên 5 şehîdan dibir, heta ku gihîşt Qendîlê ji aliyê bi sedan welatiyên derketin ser rê û li ber deriyên malên xwe bi îşaretên serketinê û dirûşman hate silavkirin.

Li Qendîlê jî cenazeyên şehîdan ji aliyê gel û gerîlayên HPG/YJA-STAR ve hatin pêşwazîkirin û ji bo şehî Botan Amed, Bager Boran, Çekdar Mawa, Baz Dijwar û Dewran Mardîn li Goristana Şehîdan a Mehmet Karasûngûr merasîm hate lidarxistin.

Piştî merasîma leşkerî, Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Hisên Kara û endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan axivîn.

Hisên Kara di axaftina xwe de diyar kir ku Wargeha Rustem Cûdî wargeha têkoşînê ye û got: "Em bi şehîdên xwe mezintir dibin. Êrîş me ji têkoşînê dûr naxin, em ê li ser rêya şehîdan têkoşîna bidomînin."

Besê Erzîncan jî destnîşan kir ku dewletên dagirker ên Kurdistanê dixwazin bi van êrîşan îradeya gelê Kurd bişikînin û wiha dom kir: "Lê em ê li ser têkoşîna xwe ya ji bo xaka Kurdistanê bidomin. Zêdebûna şehîdan erka me giran û zêdetir dike. Em partiyek şehîdan e. Em zêdetir têdikoşin ku bigihên armanca şehîdên xwe."

Piştî axaftinan cenazeyên şehîdan spartin axê.