Şehîdên Hêzên Parastina Cewherî yên Mexmûrê hatin bîranîn

Endamên Hêzn Parastina Cewherî yên di êrîşa hewayî de şehîd bibûn di salvegera yekemîn de bi merasîmekê li Saziya Malbatên Şehîdan û cihê bûyerê hatin bibîranîn.

Endamên Hêzên Parastina Cewherî yên Mexmûrê ku 6’ê Kanûna 1017’an bi êrşeke hovane ya balafirên şer de şehîdbibûn bi merasîmekê li cihê bûyerê hatin bibîranîn.

Bîranîn destpêk li Saziya Malbata Şehîdan bi tevlîbûna gelê Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin ve destpê kir. Di merasîm de alên PKK, HPG, YJA Star, KCK, KJK û YPG’ê hatin hildan û bê navber dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin qîrkirin.

Endamên Parastina Cewherî yên Mexmûrê Botan Amed, Bager Boran, Çekdar Mawa, Baz Dijwar û Dewran Mardîn 6’ê Kanûna 2017’an di encama êrîşeke balafirên şer ên Tirk hatin şehîdkirin. Di salvegera 1’an a şehîdbûna endamên Parastina Hêzên Cewherî merasîmek hate kirin.

Di merasîmê de li navê Milîsên Wargeha Mexmûrê Alî Oren axivî û got: “ Ev êrîş di rastiyê de li hemberî me û gelê me hate kirin. Ev êrîş ti aliyê wê yê exlaqî nîne. Divê li dijî her cûre êrîşa em yekîtiya xwe xûrt bikin û bi ruhekî seferber destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatî avakirin xwedî lê derbikevin.”

Piştî bîranîna li Saziya Malbatên Şehîdan gel bi meşê ber bi cihê bûyerê ketin rê û li vir gul hate danîn li ser navê Meclîsa Gel û Meclîsa Îştar Huseyîn Kara axivî. Kara êrîş şermezar kir û got: “Wê ti carî dijmin bi van êrîş negihêjin armancên xwe. Wê xwîna şehîdên me li erdê nemîne û wê têkoşîna wan bidome.

Bîranîna bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bimire Îxanet’, ‘Ey Şehîd Xwîna we erdê namîne’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok APO’ bi dawî bû.