Şehîd Viyan û Bahoz li Mexmûrê hatin bibîranîn

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê Viyan Ozgur û Bahoz Çiya bi merasîmekî girseyî li Mexmûrê hatin bibîranin.

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê Viyan Ozgur (Serkeftin Demîr) ku di 21’ê Nîsana 2023’an de li Zapê şehîd bibû û Bahoz Çiya (Erdal Marangoz) ku di 2’ê Gulana 2023’an de li Mêrdînê şehîd bibû, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi merasîmekî girseyî hatin bi bîranîn.

Merasîm li Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlêbûna sedan şêniyên wargehê û bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştî rêzgirtinê nasnameya gerîlayên şehîd hatin xwendin. Di merasîma bîranînê de  ewilî Hevşaredara Mexmûrê Fatma Bîlen axivî. Bîlen, sersaxî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervanên li serê çiya li berxwedidin û ji tevahî gelê welatparêz re xwest û got: “Em tevahî şehîdên komkojiya Hewlêrê bîrtînin û bejna xwe di ber keda wan de ditewînin. Heval Viyan zarokek a Mexmûrê bû û em bi şahadeta wê pir bi xemgînin. Dijmin di her hêlê de êrîşî Tevgera Azadî dike. Em li rastiya xwe xwedî derdikevin û lewma em berdelan didin. Divê em xwedî li şehîdên xwe derbikevin û li ser rêya wan bimeşin. Serê Rêber Apo û tevahî welatparêzan saxbe.”

Li ser navê malbata Şehîd Viyan bavê şehîd, Sedîq Spêrtî axivî û anî ziman ku xwedî li şehîdan derketin erka her welatparêzekî ye û wiha axivî: “Em di serî de dibêjin, serê Rêber Apo, şervanên serê çiya û tevahî gelê Kurd saxbe. Şehîd Viyan ne tenê keça mine, keça tevahî gelê Kurd e. Em wek malbat pir bi şansin ku Viyan keça me ye. Keça min xeta berxwedanê hilbijartiye û li ber xwe daye. Em wek malbat bi keça xwe şanazin. Li wargehê di her malekî de şehîd hene û ev yek ji bo me serbilindiye. Em dûbare dibêjin, serê Rêber Apo û tevahî malbatên welatparêz saxbe.”

Piştî axaftina malbatê merasîma bîranînê bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.