Şehîd Karker Serbest: Em ê li Zapê pişta dagirkeran bişkînin

Gerîlayê HPG’ê Karker Serbest beriya şehadeta xwe axivîbû û gotibû, “Em ê li Zapê pişta artêşa dagirker bişkînin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî ji bo tola hevrêyên xwe yên şehîd bûne şer bikin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya 28’ê Tebaxa 2022’an de ragihandibû ku, di 12’ê Hezîrana 2022’an de 3 Gerîlayên Azadiya Kurdistanê şehîd bûne. Yek ji gerîlayên li Zapê di şerê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk de şehîd bû Karker Serbest (Beşîr Akbaş) e. Derket holê ku di 14’ê Nîsana 2022’an de di meha destpêkê ya êrîşa dagirkeriyê ya li Zap, Metîna û Avaşînê de Karker Serbest ji kamerayan re axiviye.

Şehîd Karker Serbest di wê axaftinê de di derbarê rêveçûna şer de agahî dida û gotibû ew ê derbasî nava yekîneyên Kurêjahro bibe. Şehîd Karker Serbest da zanîn ku artêşa Tirk bi hemû derfetên xwe dest bi êrîşa dagirkeriyê kiriye û wiha dewam kir: “Çavên tevahiya tevgera me û gelê me niha li ser vî şerî ye, em ê wan bêhêvî nekin, em ê dijmin têk bibin. Me niha mehek û du roj ê şer li pey xwe hiştiye û em dibînin ku artêşa dijmin nikarin xwe li cihekê rabigirin. Em ê li Zapê pişta artêşa dagirker bişkînin.”

Şehîd Karker Serbest diyar kir ku artêşa Tirk her roj derbe ji gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê dixwe û got ku ligel hemû rêbazên ku bi taybet çekên kîmyewî bikar tîne jî bi ser nakeve û wiha got, “Li hemberî fedaîyên Rêber Apo, teknolojiya dewleta Tirk bi kêr tiştekê nayê. Ew xwe wekî duyemîn an sêyemîn artêşa herî mezin di NATO’yê de dide xuyakirin, lê ew nikare were û cenazeyên leşkerên xwe bigire.”

‘TU ELEQEYA MALBATA BARZANÎ BI KURDATIYÊ RE NÎNE’

Şehîd Karker Serbest diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker nekarî 100 metreyan jî bi pêş ve biçe û erzaqê peyda bike û got, “Em di şexsê hemû hevrêyên xwe yên şehîd de bi israr in, dijmin ji niha ve têk çûye.” Şehîd Karker Serbest têkildarî xiyaneta malbata Barzanî ya ku di êrîşa dagirkeriyê de bi dewleta Tirk re tevdigere jî wiha got: “Eger em ji wan re bibêjin Kurd, em ê ji xwe şerm bikin. Tu eleqeya wan bi Kurdayetiyê re nîne. Eger bi rastî kesek ji malbata Barzanî îdia dike ku pêwendiya xwe bi Kurdayetiyê re heye, wê demê çima disekine, li dijî dagirkeran çima nakeve tevgerê?”

Şehîd Karker Serbest da zanîn ku dewleta Tirk ne tenê li dijî PKK’ê, li dijî çar parçeyên Kurdistanê şer dike û bal kişande ser helwesta malbata Barzanî û wiha axivî, “Di dawiyê de malbata Barzanî 4 hevrêyên me qetil kirin. Tiştek wiha tenê dijmin dike. Eger di nav malbata Barzanî de damarek Kurdayetiyê jî hebûya, wî ev yek nedikir.”

WÊ LI ZAPÊ BI SER NEKEVIN

Şehîd Karker Serbest, anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker teqez wê nikaribe li Zapê bi ser bikeve û wiha dewam kir: “Em ê teqez wan li vir bin ax bikin. Em milîtanên Rêber Apo heta dilopa xwîna xwe ya dawî ji bo tolhildana hevrêyên xwe yên şehîd bûne şer dikin. Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em vê sozê didin. Her çendî navê vê êrîşa dagirkeriyê kirine 'kilîl' jî, em ê bi berxwedana xwe destê Rêber Apo xurtir bikin û em ê vî şerî veguherînin kilîla ku deriyê Îmraliyê vedike.”