Şehîd Delal Dilxweş: Ji bo hemû jinên cîhanê bû çavkaniya îlhamê

Delal Dilxweş a di berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk de şehîd bû, berî şehîd bikeve axivî û ev gotibû: “Di terzê lêdanê de hedefa me ew e ku weke bazan bin. Bi vê şêwazê em lê bidin, wê dijmin nikaribe bipêş ve bê.”

Li dijî êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk a dagirker a 23’ê Nîsanê ya li ser Herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê dabûn destpêkirin Pêngavên Şoreşgerî ya Cenga Xabûr û Bazên Zagrosan didomin.

Di berxwedana gerîlayên HPG/YJA Starê de derbên giran bi dagirkeriya Tirk tê xistin, di vê pêvajoya êrîşên dagirkeriyê ya 20 rojên xwe temam kir de, bi dehan dagirker hatin cezakirin.

Yek ji qadên ku gerîla her rojê bi rêbaz û taktîkên nû çalakiyên xurt di pêngavên şoreşgerî de lê pêk tîne Zap e. Çiyayên Zapê yên ji bo hinekan dibe destan, ji bo hinekan dibe stran û ji bo hinekan dibe heskirî û ji bo hinekan jî dibe kabûs, warê qedîm û dost ê Kurdan îro şahidiyê ji lehengiyên keç û xortên Kurdan re dike.

‘BI RENGÊ BAZAN LÊ BIDIN, WÊ DAGIRKER FELÇ BIBIN’

Yek ji van berxwedêran jî, ji roja yekem ve li Zapê berxwedanekî mezin kirin û bi rojan li dijî dagirkerên Tirk şer kirin û lehengiyên mezin nivîsandin û şehîd bû Delal Dilxweş a 29’ê Nîsanê li gel Viyan Botan şehîd ketin bû.

Dema êrîşên dagirkeriyê destpê kir Dilxweş ev gotibû: “Bi rengekî giştî kelecanekî ya hemû hevrêyan heye. Daxwaza tevlîbûneke meizin û kelecanî û coş heye. Ev jî hêz û moralê dide mirov. Ji bo min jî wiha ye. Ji bo wê jî armanc û hedefên me diyar kirine hene, bendewariyê rêxistinê ji bo me hene. Dixwazin van bînin ba hev û pêk bîni.” û wiha pêde çû: “Mîna bazan, hedefa xwe kifş bike, diyar bike û lê bide û birûxîne. Pêngava Bazên Zagrosê dişibe vê terzê lêdanê. Li ser navê hemû hevrêyên me danîna navekî wiha pir girîng e. Bazek dizen çawa lê bide, terzê nêçîra wê dizane. Carekê lê bide û encam bigire. Bendewariya rêxistinê ji me ew e ku; bi rêbazê bazê lê bide û encam bigire.

Dikin armanc ku bi rengekî bandor lê bidin, dijmin bixin şokê û felç bikin. Bi terzê bazê lêdan armanca me ya sereke ye. Bi vî rengî lê bidin wê dijmin nikare bi pêş ve bê. Naxwazim zêde mezin jî baxivim, lê ku ev terz bi hostayî û pisporî bê bikaranîn wê ne tenê dijmin bide revandin heta wê bi temamî bê têkbirin. Armanc û hedefa me li ser vî bingehî ye ku xwe bike bazek.

‘WEKE GERÎLAYEKE YJA STARÊ TEVLÎBÛNA PÊNGAVÊ GIRÎNG E’

Weke hêzeke gerîla ku li Çiyayên Zagrosan cih girtin, li van çiyayan bi keda bi hezaran hevrêyan hate avakirin, her bosta axê ya ku xwîna hate rijandin û şopên şehîdan hene, dixwazin li ser bingehê saxlem xwedî lê derkevin. Menewyeteke mezin a vê heye. Bi taybet wek gerîlayeke YJA Starê di Pêngava Şoreşgerî y Bazên Zagrosê de aktîf cihgirtin, di çalakiyan de li pêş cihgirtin, ji bo min xwedî wateyeke mezin e.

Weke jinekê cih girtin, pêşengtî kirin û rol lîstin girîng e. Weke em dizanin ji bo hemû jinên cîhanê çavkaniya îlhamê ne. Weke leşkerî ya me derdixe pêş jî pêvajoyên wiha ne. Ji bo wê dixwazin rola xwe bilîzin. Armanc û vîna me li ser vî bingehî ye.”