'Şehadeta şehîd Sara bi qasî kesayeta wê bandora xwe kir'

Gerîlayên YJA Star û HPG'ê di 6'emîn salvegera Komkujiya Parîsê de nerîn, hest û bîranînên xwe yên bi Sakîne Cansiz (Sara) re anîn ziman.

Di 6'emîn salvegera her sê jinên têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de gerîlayên YJA Star û HPG'ê nerîn û bîranînên xwe yên bi Sakîne Cansiz (Sara) re bi me re parve kirin. Gerîlayên YJA Star  û HPG'ê Nalîn Goyî û Rûbar Beyar, Cansiz weke fermandar û mamosteya jiyanê bi nav kirin û gotin "Şehadeta Sakîne Cansiz ne tenê ji bo Tevgera Azadiyê û jinên Kurd ji bo jinên cîhanê hemûyan wendahiyek pir mezin bû."

'MAMOSTEYA JIYANÊ BÛ'

Gerîlaya YJA Starê Nalîn Goyî diyar kir ku Sakîne Cansiz ji bo wê mamoste û fermandar e û got, "Ya ku bû sedem ez û gelek hevrêyên weke min li çiyayên azad cihê xwe di nava refên têkoşîna azadiyê de bigirin, Şehîd Sara bû. A ku hişt hezkirina min ji welat, azadî û têkoşîna jinê re geş bibe, mamoste û fermandar Sara bû. Rast e Şehîd Sara rêveberiya me ya dibistanê bû, lê ji rêveberiyekê zêdetir mamosteya me ya jiyanê bû. Her wiha di nava gel de jî ti carî derdora hevala Sara vala nedima. Bi kesayetî û sekna xwe bandor li beşên civakê hemûyan dikir. Taybetmendiya hevala Sara ku jiyan dida hezkirin hişt ku pir şagirtên wê tevlî refên têkoşîna azadiyê bibin."

'DI PERWERDEYA WÊ DE MIROV DIKARÎ BI AZADÎ FIKRÊN XWE BÎNE ZIMAN'

Nalîn Goyî bal kişand ser nêzîkatiyên Şehîd Sara ji ciwanan re û wiha domand: "Hewldanên hevala Sara ji bo ciwana ew bû ku ji rastiya xwe dûr nekevin, rastiya xwe û dijminê xwe bizanin û li gor wê ew perwerde dikir. Di perwerdeyê de ji jiberkirinê bêhtir hewl dida bi rê û rêbazên cuda bide fêhmkirin. Di rêbazê perwerdeyê ya hevala Sara de tiştek wiha hebû; te çiqas fikrê xwe bi rê û rêbazên cuda û bi azadî anîba ziman ewqasî kêfxweş dibû. Dibe ku îro dijminê me fermandarên weke Şehîd Sara şehîd xistibin, lê em şagirt û şopdarên wê jî dibêjin; 'Bila ti carî dijminê me kêfxweş nebe, bi sedan ciwanên ku di perwerdeya Şehîd Sara re derbas bûne wê têkoşîna wê bilindtir bikin û li ser xeta wê bin'. Şehîd Sara bandorek xwe wiha li her kesî kiriye, ji bo wê dema tu Şehîd Sara ji kê bipirsê wê karibe bi saetan ji te re qala wê bike."

'FERMANDAREK BÛ KU HER KESÎ JÊ HÊZ DIGIRT'

Nalîn Goyî li ser pirtûka Şehîd Sara û fermandariya wê de wiha axivî: "Eger te Şehîd Sara nedîtibe jî, di xwendina pirtûka wê de kêm jî be mirov kesayeta wê nas dike û bandora xwe li mirov dike. Ji navê pirtûka wê ku dibêje; 'Jiyana min her tim şer bû' mirov berxwedana jinên têkoşer û milîtan dibîne. Şehîd Sara fermandarek bû ku her kesî jê hêz digirt. Bi silaveke wê jî mirov hêz û moral jê digirt. Di her gava têkoşîna hevala Sara de mirov tolhildan û têkoşîna jinê didît. Bi wî rengî kesayeta xwe dabû afirandibû û diafirand."

'ŞEHADETA ŞEHÎD SARA JI BO JINÊN CÎHANÊ HEMÛYAN WINDAHIYEKE PIR MEZIN BÛ'

Nalîn Goyî got, armanca dijmin ji şehadeta Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez şikandina îrade û azadiya jinê bû û wiha dewam kir: "Dijmin ji fikrên azad ên Şehîd Sara ditirsiya, lewma ew kire hedef û xwest di kesayetiya her sê jinên têkoşer de jinê bê vîn û bawerî bihêle. Şehîd Sara bi têkoşîna xwe meşeleya têkoşîna jinê ya hezarê salan heya roja me ya îro anî. Şehîd Sara fermandartî û pêşengtî ji tevahî jinên cîhanê re dikir, ji bo wê şehadeta wê ne tenê ji bo me weke Tevgera Jinê ji bo jinan hemûyan windahiyeke pir mezin bû. Em ê bi berxwedan û sekna hevala Sara jiyana azad misoger bikin."

'LI KU DERÊ PÊWÎSTÎ HEBÛ ŞEHÎD SARA LI WIR BÛ'

Gerîlayê HPG'ê Rûbar Beyar jî di 6'emîn salvegera komkujiya Parîsê û qetilkirina her sê jinên şoreşger Sakîne, Fîdan û Leyla de qala kesayeta Şehîd Sara kir: "Beriya ku ez Şehîd Sara bibînim min ji hevalan pir bihîsitbû. Cara yekemîn min di sala 2008'an de li festîvala çand û hunerê dît. Dema ku min heval dît min ji xwe re got, ancax mirov dikare ji kesayetên wiha re bêje milîtan û xwedî ezmûn. Taybetmendiya Şehîd Sara di avakirina mirovan de pir li pêş bû, ji bo wê ev taybetmendiya heval ne tenê bala min a gelek kesan dikişand. Hevala Sara kesayetek wiha bû ku her tim bi tiştekî re mijûl bû, ji bo wê di aliyê rêxistinî û perwerde, xwedî li nirxên partiyê derdiket. Li her cihê ku pêwîstî pê hebûya, hevala Sara li wir bû."

'ŞEHÎD SARA BI DÎTINA HEVALÊN CIWAN KÊFXWEŞ DIBÛ'

Beyar bal kişand ser bandora Sara û got, "Bêguman şehadeta hevala Sara, Fîdan û Leyla bandora xwe li her yekî ji me kir. Ji ber ku şehadeta hevrê û milîtanên wiha wendahiyên pir mezin in, hem ji bo me tevger û gel. Bêguman ji heval û milîtanên bi vî rengî tu gotin û hest têra bilêvkirin û anîna wan a ser ziman nakin. Dema hevala Sara hevalên nû û ciwan didît, ji dil pir kêfxweş dibû. Ji ber bi mezinbûna tevgerê kêfxweş dibû û bi wê kêfxweşiyê bi wan hevalan re eleqedar dibû. Ji ber kesayeta hevala Sara a bi bandor û avaker hişt ku bibe hedefa êrîşek wiha hovane. Bêguman kesayetiya wê çiqas bi bandor bû şehadeta wê jî ewqasî bandora xwe kir."

'MIN BEDEWIYA KURDISTANÊ DI KESAYETIYA ŞEHÎD SARA DE DÎT'

Beyar di dawiya axaftina xwe de qala berxwedana Sara kir: "Dema ku Şehîd Sara an ku Sakîne Cansiz tê gotin, berxwedana wê ya li Zindana Amedê, dengvedana jinê û şoreşgertiya Apoyî têne bîra min. Beriya ku ez bêm welat her tim hevalan qala xweşikbûn û bedewiya Kurdistanê ji min re dikirin. Lê dema ku min hevala Sara dît pir tiştên xweşik ku min ji hevalan bihîstibûn min di kesayeta Şehîd Sara de dîtin."