Şaredariya Lîvorno spasnameyek da Heyva Sor a Kurdistanê
Şaredariya bajarê Lîvorno yê Îtalyayê, ji ber tevgera wê ya hestiyar, spasname pêşêşî Heyva Sor a Kurdistanê kir.
Şaredariya bajarê Lîvorno yê Îtalyayê, ji ber tevgera wê ya hestiyar, spasname pêşêşî Heyva Sor a Kurdistanê kir.
Li cîhanê piştî ku vîrûsa Covîd-19 bi bandor bû, saziyên alîkariya mirovî ketin nava tevgerê.
Bi taybet jî li hemberî rewşa xerab a Îtalyayê.
Li vî welatî Saziya Heyva Sor a Kurdistanê jî hemû derfetên xwe ket nava hewldanên alîkariya mirovên hewcedar.
Ji ber vê xebatê, Şaredariya bajarê Lîvornoyê Spasname pêşkêşî Heyva Sor a Kurdistanê kir.
Şaredariyê ragihand ku di pêvajoya herî zor de, Heyva Sor a Kurdistanê destê alîkariyê dirêjî mirovên bê xanî û kesên bi temen kir.
Şaredarê Lîvorno Luca Salvettî bi merasîmekê spasname radestî rêveberên Heyva Sor a Kurdistanê kir. Merasîmê de rêvebirê Heyva Sor axivî û got, "Di dema belavbûna şewbê de ji gelek welatan û deveran ji bo Îtalyayê pîştgirî hat. Û wê demê zarokên ku kampên Şehbayê dimînin jî peyamên piştgirîyê ji bo Îtalyayê şandibûn. Niha jî li Rojava vîrûsa Koronayê belav dibe, lazim e Îtalya jî di vê dema dijwar de pîştgiriya Rojava bike."