'Şaredariya Farqînê wê bibe şaredariya gel'

Namzetên HDP'ê yên ji bo Hevşaredariya Farqînê Naşîde Toprak û Abbas Hîlmî Azîzoglû, li ser feraseta xwe ya şaredariyê û projeyên xwe ji ANF'ê re axivîn û gotin, wê biryarên xwe bi gel re werbigirin û bi hev re bixebitin.

Navçeya Farqîn a Amedê yek wan navçeyên Kurdistanê ye ku berxwedana xwerêveberiyê lê hate kirin. Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya farqînê Naşîde Toprak û Abbas Hîlmî Azîzoglû qala feraseta xwe ya şaredariyê û projeyên xwe kirin.

Abbas Hîlmî Azîzoglû bal kişand ser karên xwe yên ji bo hilbijartinê kir û anî ziman, di dema serdanan de daxwazek vekirî derdikeve pêş, ew jî têkbirina zîhniyeta qeyûm e ku dest daniye ser şaredariyan.

Azîzoglû got, "Rast e, îradeya gel hatiye desteserkirin, şaredarî ji dest hatiye standin. Daxwaza bingehîn a gel ew e ku tavilê ev zîhniyeta talanker ji holê bê rakirin û şaredarî radestî gel were kirin. Girseya me bi coş e û li benda sibeha 1'ê Nîsanê ye." Azîzoglû destnîşan kir ku wê tevî gel biryarên xwe werbigirin û bi hev re bixebitin.

'FARQÎNÊ GELEK CARAN XWE JI NÛ VE AVA KIR'

Azîzoglû li ser xisar û ziyana ku qeyûm li şaredariyê kiriye got, "Farqîn bajarekî qedîm e. Bi rastî jî heft caran hatiye xerakirin û her carê xwe ji nû ve ava kiriye."

Hamzet Azîzoglû anî ziman, gelê Farqînê tevî êş û zilma giran jî rabûye ser piya, xwe jinûve afirandiye û diyar kir, ev gel bi têkoşîn û berxwedana xwe re jî her tim derketiye pêş.

'EM Ê DEMOKRASIYA XWECIHÎ XURT BIKIN'

Azîzoglû bi bîr xist ku Farqînê salên dawî gelekî êş kişand û got, "Hîn êşên hatin kişandin teze bûn, şaredarî hate desteserkirin. Em ê li qada rêveberiyên xwecihî bi sîstemeke ku gel xwe bi xwe bi rê ve dibe û li ser lingê xwe dimîne, derkevin pêşberî gel. Bi vî rengî em ê demokrasiya xwecihî xurt bikin. Em ê bi pêkhateyên Farqînê hemûyan re li hev kom bibin, navçeyê ji nû ve ava bikin û bigihînin asta ku hêjayî wê ye. Bêguman em ê vê yekê bi destûr û biryara gelê xwe bikin."

ZIMANÊ DAYIKÊ WÊ LI PÊŞ BE

Azîzoglû destnîşan kir ku ji bo parastin û pêşvebirina nirxên çandî û exlaqî yên gelê Kurd wê kar bikin û wiha dewam kir: "Divê em ji bîr nekin ku HDP partiya gelên bindest e. Yek ji xalên girîng ên ku HDP'ê ji partiyên din ên siyasî cihê dike, ew e ku xîtabî her kesî dike. Aliyekî xwe yê girîng jî partiya jinan e. Desthilatdariya heyî bi rêya qeyûm dest danî ser mafan û êrîş bir ser saziyên çandê û jinan."

Azîzoglû bi bîr xist ku şaredariyên wan hemû bi feraseta pir zimanî radibin û got, "Li kîjan herêmê bi kîjan zimanî tê axaftin bi wî zimanî xizmet dihate dayin. Bi taybetî Farqîn bi dîrok, ziman, çand û nasnameya xwe derdikeve pêş. Li Farqînê zimanê fermî Kurdî ye. Navçe bi temamî bi Kurdî diaxive. Ji ber vê yekê, mirovên me bi kîjan zimanî xwe îfade dike, em ê bi wî zimanî kar bikin." Azîzoglû diyar kir, ev gel her tim xwedî li ziman, çand û nasnameya xwe derketiye.

'BIRYAR WÊ BI GEL RE BÊN WERGIRTIN'

Namzet Naşîde Toprak jî anî ziman ku ew mîna partiyên sîstemê propaganda sozên xwe nakin û got, "Em ê bi feraseteke welê tevdigerin ku biryar hemû wê bi gel re bên wergirtin. Piştî 1'ê Nîsanê em ê li tax û gundan bi pêkhateyan hemûyan re civînan li dar bixin û ji bo Farqînê ya pêwîst çi be, em ê hewl bidin wê bikin. Dibe ku ev yek pirsgirêkên jin, ciwan an jî zarokan bin, dibe ku pirsgirêkên aborî û civakî bin. Em ê bi gelê Farqînê re rûnên û hewl bidin çareseriyê ji pirsgirêkan hemûyan re bibînin. Gelê me wê di nava biryar û karê avakirinê de her hebe."

'DAXWAZÊN JINAN WÊ YEK JI KARÊN SEREKE BIN'

Toprak bi bîr xist, qeyûmên ku dest danîn ser şaredariyê beriya her tiştî êrîş birin ser saziyên jinan û got, "Malên me yên stargehê, navendên me yên têkoşîna li dijî tundiya li jinê hatin girtin. Midûriyet û serokatiyên daîreyên jinan ji wezîfeyê hatin giritn. Ji ber ku li gorî feraseta desthilatdariya AKP-MHP'ê divê jin tenê li malê be. Dorê li jinê digirin. Em ê bi hilbijartinê re destketiyên xwe ji nû ve werbigirin. Her wiha em ê li Farqînê li gorî daxwaz û pêwîstiyên jinan tevbigerin. Daxwazên jinan wê yek ji karên me yên sereke bin."

KARÊ KOOPERATÎFÊ

Toprak diyar kir, li Farqînê wê projeyên hilberînê bên amadekirin û got, "Ji bo ciwanên Farqînê neçin bajarên rojavayî ji bo kar, em ê li navçeyê kooperatîfbûnê biafirînin. Bi vê projeyê re em ê li navçeya xwe derfetên kar derxînin holê. Ji xwe mirovekî li navçeya xwe kar peyda bike, wê dest ji vê xaka bedew bernede û bi cihekî din ve neçe ji bo kar. Her wiha wê jin jî tevlî kar bibin û ji bo zarokan jî em ê kreşan vekin. Jin daxwaza vê yekê din... Em ê saziyên xwe yên çandî ji nû ve bixebitînin. Ji bo ciwanan jî em ê navendên ji beşên cuda yên sporê vekin."

'ŞAREDARÎ WÊ BIBE ŞAREDARIYA GEL'

Ji bo pirsa, "Hilbijêr wê ji bo çi deng bidin HDP'ê?" Toprak bersiveke wiha da: "HDP beriya her tiştî partiyeke jinan e. Partiyeke ku daxwaza ekolojîk, azadî, aştî û demokrasiyê dike. Em bi biryar in ku bibin şaredariyeke gel. Gelê me wê li nava vê şaredariyê xwe bibîne. Ji xwe gel şaredariyeke wiha dixwaze. 1'ê Nîsanê wê ya me dîsa bibe ya me."