Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo AKP'ê bûye cihê jêxwarinê

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya HDP'î, ku ji aliyê desthilatdariyê ve hate desteserkirin, ji bo AKP'ê bûye qada jêxwarinê. Eşkere bû ku li pişt biryarên nelirê yên li şaredariyê, Alîkarê Serokê AKP'ê yê Wanê Emre Guray heye.

Di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2019'an de, HDP bi rêjeyek bilind a dengan li Wanê bi ser ket û Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi dest xist. HDP'ê bi vê serketinê re li gelemperiya Wanê bi projeyên mezin xizmet ji gel re kir. HDP'ê heman piştî hilbijartinê, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê veguherand mala ge. Di bin sîwanê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de yekîneyên xizmetê yên ji bo jin, ciwan û zarokan hatin avakirin û xizmet ji her beşa civakê re hate kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya HDP'î ku li herêmê bû şaredariyeke mînak, 4 meh piştî hilbijartinên xwecihî di 19'ê Tebaxa 2019'an de ji aliyê AKP'ê ve hate desteserkirin. Piştî ku qeyûm li şaredariyê hate danîn bi sedan xebatkarên şaredariyê ji kar hatin derxistin. Xizmetên ku ji gel re dihatin kirin hatin rawestandin, şaredarî ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin û mîna qereqolê lê anîn. Hîn jî li dora şaredariya bajarê mezin a Wanê dîwarên bilind ên polîsan hene û bi bendên kontrolê, avahî li gel hatiye qedexekirin.

TENÊ AKP'Î DIKARIN BIKEVIN ŞAREDARIYÊ

Bi tayînkirina qeyûm re avahiya xizmetê ya şaredariyê pêşkêşî polîsan û AKP'iyan hatiye kirin. 350 karkerên ku ji aliyê qeyûm ve ji kar hatin derxistin tevî ku bi biryara dadgehê 3 caran mafê jinûve karkirinê bi dest xistin jî qeyûm û AKP'ê ew tevlî kar nekirin. Li şûna wan jî AKP'î li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatin bicihkirin. Di nava salekê de bi sedan AKP'î bi rengekî nelirê tevlî karê şaredariyê hatin kirin. Piraniya kesên tevlî kar hatine kirin jî xizmên rêveber û parlamenterên AKP'î ne.

ŞAREDARÎ JI ALIYÊ GURAY Ê AKP'Î VE TÊ BIRÊVEBIRIN

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku bêhiqûqî û bêedaletî lê gihîştiye asta herî bilind, ji bo AKP'ê veguheriye qadeke jêxwarinê. Tevî biryarên li Şaredariya Bajarê Mezin tên wergirtin, biryarên li ser tevlîkirina kar û derxistina ji kar jî bi fermana Rêxistina AKP'ê ya Bajêr tê kirin. Eşkere bû ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji aliyê Alîkarê AKP'ê yê Bajarê Wanê Emre Guray ve tê birêvebirin. Tê gotin ku her biryaran li şaredariyê tê wergirtin bi fermana Guray tê kirin. Hate ragihandin ku bi sedan karkerên bi biryara dadgehê li benda kar in, ji aliyê Guray ê AKP'î ve tevlîbûna wan a li kar tê astengkirin.