Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rêveberiya krîzê ava kir

Ji ber şewata mezin a li Şemrexê bi serokatiya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn rêveberiya krîzê hate avakirin.

ŞEWATA LI ŞEMREXÊ

Ji ber şewata mezin a qada navbera navçeya Şemrex a Mêrdînê û navçeya Çinar a Amedê bi serokatiya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn rêveberiya krîzê hate avakirin.

Li herêma ku li qada wezîfeyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye şewat hate kontrolkirin. Karê cemidandinê dewam dike Li herêmê di halê hazir de kar bi 5 wesayitên şewatê û 15 personelan tê meşandin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 10 wesayitên vemirandina şewatê ber bi herêma ku şewat lê dewam dike şand.