Şandeyeke bilind a leşkerî ya Iraqê li Mexmûrê ye

Şandeyeke bilind a leşkerî ya Iraqê gihişte Fermandeya 14’an a li herêma Mexmûrê.

Wezareta Parastinê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku di danê sibehê de Serfermandarê Artêşa Iraqê Ebdulemîr Reşîd Yarela li gel alîkarê operasyonan, fermandarê hêzên bejahî û rêveberê îstîxbaratê gihişte herêma Mexmûrê.

Her wiha hate diyarkirin ku serdana şandeya leşkerî ya Iraqê ya ji bo herêmê, ji bo ji nêz ve agahdarbûna ji rewşa emnî ya sînorê Mexmûrê û erkê artêşa li herêmê ye.

Heta niha nediyare ku wê şande serdana Wargeha Penaberan a Mexmûrê û navçeyên derdor bike yan ne.

Hêjayî gotinê ye ku di 19’ê Cotmehê de NPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hemû hêzên xwe ji Wargeha Penaberan a Mexmûrê vekişandine. Piştî daxuyaniya NPG’ê, di heman rojê de hêzên Firqeya 14’an a artêşa Iraqê ji bo valehiya ewlehiyê çênebe cihên ku HPG’ê valekirîn, bi cih bûn.