Şandeyeke Heşdî Şabî serdana Rêveberiya Xweser a Şengalê kir

Şandeyeke ji berpirsyarên leşkerî yên Heşdî Şabî yên Parazgeha Nînowayê û parlamenterê Iraqê Seyîd Mûxtar el Mûsewî serdana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê kir.

Şandeyek ji Heşdî Şabî îro serê sibehê serdana Şengalê kir.

Şande ji fermandariya berpirsyarê hêzên giştî yên Heşdî Şebî yên Nînowayê Lîwa Huseyn, komeke fermandarên payebilind ên Heşdî Şebî û parlementerê Iraqê Seyîd Mûxtar el Mûsewî pêk dihat.

Şande, ji aliyê rêveberên Meclîsa Xweser a Şengalê, nûnerên YBŞ'ê û rûspiyên civaka Êzidî ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de ku ji çapemeniyê girtî pêk hat, rojev peymana Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê bû.

Berdevkiya şandeyê ragihand ku bi vê serdanê ew dixwazin tifaq û hevkariya xwe raber bikin û nîşan bidin ku çi êrîş ji aliyê kê ve li ser Şengalê çêbe, wê hêza Heşdî Şebî û YBŞ-YJŞ bi hev re li hemberî wan rabin.