Şandeyeke bijîşkan çûn serdana Yagiz

Şandeyek ji bijîşkên Başûrê Kurdistanê serdana Nasir Yagiz kir ku 184 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bidorveger a  li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li avahiya nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê di roja 184’an de ye. Li aliyê din greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Nasir Yagiz jî di roja 184’an de didome.

Îro şandeyek ji bijîşkên Başûrê Kurdistanê serdana berxwedêrên greva birçîbûnê kirin û rewşa Nasir Yagîz  kontrol kirin. Li ser navê şandeyê Dr. Mecîd Hememîn têkildarî rewşa Yagiz axivî û got; “Em şandeyek ji bijîşkên Başûrê Kurdistanê hatin serdana çalakiya greva birçîbûnê û Nasir Yagiz ku ev  184 roj in di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Rewşa tendirûstiyê ya Nasir gelek xira bûye, lê îrade û berxwedana Nasir van astengiyan derbas dike. Ev çalakiyên greva birçîbûnê çalakiyên medenî ne û ji bo azadiya Birêz Ocalan e”

Hememîn bi domdarî got; “ “Pêwîst e hemû xebat û têkoşina Serok Apo bê berçav girtin. Çalakiyên greva birçîbûnê li Bakûr û Başûrê Kurdistan, Tirkiye û Ewropa bênavber bi berxwedaneke mezin berdewam dikin. Em hatin serdana heval Nasir û me rewşa wî ya tendirûstiyê kontrol kir. Em hêvîdar in ku daxwaza Nasir û tevahî çalakgeran were pêkanîn. Bi destpêkirina pêvajoyek nû wê li Bakûrê Kurdistan û Tirkiye aramiyek ya siyasî derbikeve pêş û bi azadiya Serok Apo re jî wê ev rewş baştir bê dîtin. Em hêvî dikin ku rewşa tevahî çalakgeran baş be. Rewşa tendirûstiyê ya Heval Nasir gelek xerab e.”