Şandeyek ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana MXDŞ’ê kir

Di salvegera 7’an a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de şandeya ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navenda Şengalê serdana Rêveberiya Xweser a Şengalê kir.

Şandeyek ji Rêveberiya Xwerser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navenda Şengalê serdana Rêveberiya Xweser a Şengalê kir.

Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriye ku ji endamê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Mehmûd El Maemê, Cigirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye Hemdan El Ebdî, Hevseroka Destaye Rêveber a Meclşsa Herema Cizîrê Nezîre Koriya û Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Telat Yûnis pêk tên, ji aliyê rêveberên Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) a Şengalê ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtina her du aliyan de zêdetir girîngî li ser xurtkirina têkiliyên li gel her du rêveberiyan û dîsa destekdayîna xebatên rêveberiyên Bakur û Rojhilatê Sûriye û Şengalê.

Li bendêye ku şande serdana saziyên din ên Şengalê jî bike.