Şandeya KNK’ê çû serdana Tevgera Azadî-NÛ BÛ

Şandeyekî Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) li Silêmaniyê bi armanca piştgirîdayînê çû serdana Tevgera Azadî.

Şandeyekî Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) serdana navenda Tevgera Azadî ya li Silêmaniyê kir. Şande piştre bi hevserokên Tevgera Azadî û endamên meclîsa giştî re civiya.

Şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistanê ku ji Kenîr Ebdullah, Kamûran Berwarî, Mela Hesen, Şukrila Memed Emîn Feryad Îranî, Ferhad Dostkî, Yûsif Kerkûkî û Mûjde Ebas pêk tê ji bo piştgirîdayîna Tevgera Azadî çûn serdana navenda Tevgera Azadî ya li Silêmaniyê.

Şandeya KNK’ê bi hevserokên Tevgera Azadî Şîlan Şakir û Mihemed Ebdullah re civiyan û piştî civînê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Destpêkê Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir axivî û got; “Niha gelê Kurd di qonaxek bi hestiyar re derbas dibe. Pêwîst e çi nakokiyên ku hene di navbera aliyên siyasî de bi rêya guftoguyê werin çareserkirin. Nabe bi nakokiyan dilê dijmin bê xweşkirin. Herêma Silêmanî bi rengê xwe yê cuda xweşik e, lê hinek alî dixwazin herêmê weke herêmên din bike bi yekrengî. Girtina deriyên Tevgera Azadiyê gelek metirsîdar e ji bo aliyên din.”

Piştre Firyad Îranî li ser navê KNK’ê axivî û got; “Zext û êrîşên li dijî Tevgera Azadî ne li gorî qanûnan e ji ber ku hikûmeta federal destûra karkirinê daye. Bi van zext û êrîşan em dizanin ku li ser hikûmeta herêma Kurdistan jî êrîş û zext hene. Em daxwaz ji aliyên peywendîdar dikin ku dev ji van êrîş û zextên xwe berdin.”