Şandeya HDP’ê serdana gundên Semsûrê kir
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û şandeya pê re li gundên Semsûrê serdana şînên qurbaniyên erdhejê kirin.
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û şandeya pê re li gundên Semsûrê serdana şînên qurbaniyên erdhejê kirin.
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, rêveberên HDP’ê, parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê ya Şaxa Êlihê li serdana gundên Kayacik, Başpinar, Davuthan û Buklum kirin û çûn serdana şînên qurbaniyan.
Şandeyê ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwestin û li rewşa mexdûrên erdhejê pirsîn û diyar kirin ku ew ê piştevanê xelkê xwe bin.