Şandeya HDP’ê li ser rêya Pertekê hatin rawestandin

Şandeya HDP’ê ku bi mebesta şewata daristanan a  li Dersimê vekole hatî Dersimê, hate rawestandin, berêvarkî li navenda Dersimê wê daxuyanî were dayin.

Şandeya HDP’ê ya ku ji  Serokwekîlê Komê Ayhan Bîlgen, Parlamenterê Dersimê Alîcan Onlu û parlamenter Mahmût Togrul, Erkan Baş, Meral Daniş Beştaş, Erdal Aydemîr, Murat Çepnî, Mehmet Tiryakî, Dilşat Canbaz û Kemal Bulbul pêk hatî ber bi Çemê Balî ve ya Dersimê ve çûn, ku şewat hê jî li didome. Polîsan konvoya HDP’ê li ser rêya Ovacikê rawestand. Polîsan rê girtin û nehiştin ku şande derbas bibe. Şande bi hinceta ku ‘li herêmê operasyon heye’ ji hêla polîs û leşkeran ve hate astengkirin.

Şandeyê HDP’ê ku li se rê çalakiya rûniştinê kirî û astengî şermezar kirî piştre di ser Pertekê re xwest biçe herêma şewatê. Şandeya HDP’ê vê carê jî li xaçerêya Xozat, Çemîzgezek, Pertek û gundê  Xidirdamî ji hêla leşkeran ve hate sekinandin.

Leşkeran nehiştin ku parlamenter bikevin Pertekê. Leşkeran gotin bi hinceta ku qeymeqamê Pertekê Arîf Gul ‘ketina nav navçeyê ya parlamenteran qedexe kiriye’ ew ê nehêlin ku parlamenter biçin navçeyê.

Şandeya HDP’ê ku li vir demekê mayî, ji bo ku li navenda Dersimê  daxuyaniyê bidin vegriyan bajêr.