Polîs nahêlin şandeya HDP’ê biçe herêma şewatê

Polîs û leşkerên Tirk nahêlin şandeya HDP’ê ya ku hatî Dersimê biçe cihê şewatê. Şande biryardar e ku biçe cihê şewatê.

Şandeya HDP’ê ya ku ji Serokwekîlê Komê Ayhan Bîlgen, Parlamenterê Dersimê Alîcan Onlu û parlamenter Mahmût Togrul, Erkan Baş, Meral Daniş Beştaş, Erdal Aydemîr, Murat Çepnî, Mehmet Tiryakî, Dilşat Canbaz û Kemal Bulbul pêk hatî ber bi Çemê Balî ve ya Dersimê ve çûn, ku şewat hê jî li didome. Polîsan konvoya HDP’ê li ser rêya Ovacikê rawestand. Polîsan rê girtin û nehiştin ku şande derbas bibe.

Şande jî bi rêyên alternatîf xwest biçe herêma ku şewat lê heye. Şandel i ser rêya gund a Xozat-Çîçeklî careke dî ji hêla polîs û leşkeran ve hate rawestandin. Şandel li ser rêyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

 ‘TIŞTEK BIBE BERPIRS WALÎ YE’

Wekîlên HDP’yî gotin waliyê Dersimê Tuncay Sonel bi daxuyaniya xwe ew kirine hedefe û heke li herêmê tiştek bibe berpirs walî ye.

Şande piştî çalakiya rûniştinê hewl didin ku biçin herêma şewatê ya li ser rêya Pertekê.