Şande çû gundê du welatî bi eşkerehî hatine înfazkirin

Piştî êrîşa li gundê Çamilî yê Qelqeliyê hat kirin, parlamenter û nûnerên rêxistinên sivîl çûn gund da ku vekolînê bikin. Şandeyê li ser du kapsulên gazê cîp dît û got ku bi eşkerehî înfaz hatiye kirin.

Li gundê Çamilî yê Qelqeliya Wanê ku di encama bombebaranê de 2 kes hatin qetilkirin, 3 hatin destgîrkirin. Duh li maleke tu kes lê nîn bûn bi çekên giran gule hatin reşandin. Di encamê de 2 kes hatin qetilkirin. Bi ser mala li kêlekê de hat girtin û Omer Kiliççeken û kurê xwe Samî Kiliççeken û Abdûrrahman Bedîr hatin destgîrkirin. Hat zanîn ku dest bi girtina îfadeyê destgîrkiriyan hatiye kirin.

‘KAPSULÊN GAZÊ YÊN BI CÎP HAT DÎTIN’

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Zulkuf Ûçar, Gulderen Varli û Mahmût Dundar, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek rêxistinên civakî yên sivîl û pîşeyî çûn gundê êrîş lê hatiye kirin. Şandeyê hevdîtin bi gundiyan re kir û paşê li cihê êrîş lê hatiye kirin dest bi vekolînê kir. Du kapsulên gazê yên şewitî yê cîp li ser hatin dîtin. Di dîmenên duh hatine kişandin de, bi çekên giran gule li malê hatine reşandin. Dî vekolîna îro hat kirin de şûna tu guleyan nîn bû.

 ‘DU WELATÎ BI ROKET Û BOMBEYAN HATINE QETILKIRIN’

Parlamenter Zulkuf Ûçar ku li cihê êrîş lê hatiye kirin axivî, destnîşan kir ku desthilatdariya niha roja 1’ê Îlonê ku Roja Aştiyê ya Cîhanî ye jî li polîtîkayên xwe dewam dike. Ûçar diyar kir ku piştî çêbûna êrîşê ew hatine gund û wiha axivî: ‘’Cendirmeyan nehişt em bikevin gund. Hat ragihandin ku 2 welatî li vir hatine înfazkirin û du welatî jî hatine destgîrkirin. Vê sibehê welatiyekê din jî li Qelqeliyê hat destgîrkirin. Bi roket û bombeyan du welatî hatin qetilkirin. Me ku xwe gihand gund û vekolîn kir, me dît ku bi eşkerehî înfaz hatiye kirin.’’

Ûçar bal bir ser wê yekê ku dewlet bi dîmenên diweşîne dikeve wê hewilê ku operasyonê wek tiştekê asayî nîşan bide, lê tu di operasyonê de ku hatiye kirin tu tiştekê asayî nîn e û wiha axivî: ‘’Diyar e ku li vir faciayek çêbûye. Li gor hevdîtinên me li vir kirin; beriya pevçûnê leşker 20 deqeyan di hundir de mane. Bi pişt re ji hundir derketine û xanî kirine kavil û hiştine. Xanî bi saetan hatiye bombekirin. Dîtina me li vir dît, mafê jiyanê bi giranî hatiye binpêkirin, êşkence bi awayekê sîstematîk li welatiyan hatiye kirin. Ev dewama wan polîtîkayan e ku ji zû ve ye li dijî Kurdan tên pêkanîn. Kurd û Kurdistan vê êrîşê qebûl nakin. Em ê bidin pey van operasyonên qirêjî.’’