Şakir: Têkoşîna Tevgera Azadî wê hê xurtir dewam bike

Şakir: Asayîşê li gorî biryara hikûmetê tevgeriya û hemû navend û ofîsên Tevgera Azadî yên li Başûrê Kurdistanê girtin. Têkoşîna Tevgera Azadî bi girtina ofîs û navendan bi dawî nabe, ji ber ku tevger xwedî felsefe û ramanê azad e.

Piştî biryara hikûmeta Herêma Kurdistan a ji ber nebûna belgeya fermî ya sazî, dezga û rêxistina asayîşê avêtin ser hemû navend û ofîsên Tevgera Azadî û girtin. Tevgera Azadî diyar kir ku ev biryar biryarekî siyasî ye û got: “Tevgera Azadî xwedî felsefe û fikre, bi girtina navendan bi dawî nabe. Wê têkoşîna me bi şêwazên cuda dewam bike.

Hevseroka Tevger Azadî Şîlan Şakir Şîlan Şakir ji ANF’ê re nirxand.

Şakir bal kişand ser operasyonên serdegirtinê yên hêzên asayîşê û got: “ Hema piştî biryara hikûmeta Herêma Kurdistanê hêzên asayîşê avêtin ser navend û ofîsên me û navendên me girtin. Di dema serdegirtinê de me ji bo wan ragihand ku belgeya fermî ya tevgera me ji aliyê Iraqê ve hatiye erêkirin. Her wiha berê 3 sal û 10 mehan jî me ji bo fermîbûna partiyê jî serlêdan li Wezareta Hikûmeta Herêmê jî kiribû, lê heta vê kêliyê jî bersivek ne erênî û ne jî nerênî nehatiye dayîn.”

‘HEMÛ NAVEND Û OFÎSÊN ME HATIN GIRTIN’

Şakir wiha dom kir: “Hema piştî biryarê hêzên asayîşê ketin tevgerê û avêtin ser navend û ofîsên me. Di nava van sê rojan de ji Germiyan bigire heta Koyê, Silêmanî û Ranya hemû navend û orfîsên me hatin girtin û tabele û alên me hatin daxistin.” Şakir destnîşan kir ku wê xebatên wan ên ji bo gelê Kurd bidome û wiha pêde çû: “Bi girtina ofîsên me nikarin pêşiya xebatên me bibin asteng. Ji ber ku Tevgera Azadî ne tenê navend û ofîs in. Tevger felsefe û fikir e, nikarin pêşiya fikrên me bigirin. Têkoşîna me wê dom bike.”

 ‘XEBAT WÊ ZÊDETIR BÊN KIRIN’

Hevseroka Tevgera Azadî bal kişand ku piştî serdegirtin û girtina navendên wan gelek azadxwaz û dostên wan serdana wan kiriye û xemgiyan xwe ya ji bûyerê bi wan re parvekiriye û got: “Wê xebatên me bi şêwazên cuda dewam bike. Xebatên me yên bi rêya hiqûqî dewam dikin, ji bo girtina belgeya fermî ya Herêma Kurdistanê.”

Şakir bal kişand ser helwesta aliyên muxalîf û diyar kir ku divê li dijî van kiryaran dengên xwe bilind bikin. Şakir diyar kir ku îro ofîsên wan hatin girtin wê sibe yên hinek aliyên din bên girtin. Ji bo wê divê sazî û aliyên siyasî yên muxalîf li dijî vê bibin xwedî helwest.

 ‘HEWLDANÊN AZADÎ Û RENGÎNIYA SILÊMANÎ TÊK BIBN’

Şakir destnîşan kir ku hewl didin azadî û rengîniya Silêmanî têk bibin û ev nirxandin kir: “Li bajarê Silêmanî li gorî herêmên din ên Başûrê Kurdistanê fikra azadî û demokrasî berfirehtir e. Mixabin dijmên Kurdan dewleta Tirk li gel hinek aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê dicivin û dixwazin vê demokrasî û azadiya rengînî xira bikin. Hikûmeta herêmê jî bi vê erkê rabûye.”

 Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir bal kişand ser sûcdariyên li ser wan tên sepandin ku weke hinceta girtina ofîsa wan tên bilêvkirin got: “Gelek nirxandin û hincetê ku ji bo daxistina ofîsên me dikin. Em wek Tevgera Azadî vê biryarê weke biryar Hikûmeta Herêma Kurdistanê dizanin û hikûmet ji vê berpirs in.”

‘QEDEXEKIRINA TEVGERA AZADÎ JI HEWLÊR DESTPÊ KIR’

Şakir bibîr xist ku hikûmeta Kurdistan bi vê yekê carekî din da nîşanda ku bêy xwe rê nade tu alî û hêzeke siyasî. Ev êrîş destpêk li Hewlêrê li dijî me hate kirin. Berê jî navendên me hatin girtin û serkêşiya vê jî PDK’ê kir. Niha jî dixwazin gelek aliyên din bixin nava planên xwe yên qirêj û li dijî me sor dikin. Banga me ji bo aliyên siyasî heye ku nekevin van lîstikan.”

 ‘LI SER GUŞARÊN TIRKIYEYÊ EV BIRYAR HATIYE GIRTIN’

Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir bal kişand ku ev biryar li ser zêdebûna guşarên Tirkiye ya li ser Herêma Kurdistanê hatiye girtin û ev tişt got: “Hikûmeta Herêma Kurdisan ji bo guşarên Tirkiye kêm bike ofîsên me girtine. Guşarên Tirkiye yên li ser navendên me kêm nebûye. Bi vê yekê re dibe daxwazên Tirkiye yên zêdetir bê kirin. Ji ber ku ji her alî ve çi siyasî û çi jî leşkerî Herêma Kurdistan ketiye bin kontrola Tirkiyeyê. Bawerî bi Tirkan anîn bi ser xwe xetayekî mezin e, ji ber ku îro em in sibe dora wan e.”

‘TEVGERA AZADÎ FESLEFE Û VÎNA AZAD E’

Şakir herî dawî bang li endam, dost û alîgirên Tevgera Azadî kirin û got: “ Bila hemû gelê Kurd, dost û aliyên demokrat hişyar bin ji pîlanên qirêj ên li ser gelê Kurd. Divê li dijî her êrîşan hişyar û ji têkoşînê re amade bin. Ji îro û şûn ve wê têkoşîna Tevger Azadî hê bi xurtir dewam bike. Tu kes nikare pêşiya têkoşîna me bigire, ji ber ku Tevgera Azadî felsefe û vîna azad e.”