Şahîn: Şaredarî wê di kontrola gel de be

Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya Kavakbaşi Mûrat Şahîn diyar kir, ku wê komîsyonan ava bikin ji bo gel karibe şaredariyê kontrol bike.

Bajarokê Kavakbaşi yê ser bi navçeya Moktî ya Bedlîsê, heremeke çiyayî ye. Bajarok debara xwe bi giranî li ser karê çandinî û cotkariyê dike. Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya Kabakbaşiyê Mûrat Şahîn ji malbateke naskirî ya li Tetwan û Bedlîsê ye. Şahîn beriya niha di nava siyaseta Kurd de li gleek navçeyan rêveberî kir.

Şahîn diyar kir ku dema ew hatin hilbijartin, tevî gelek xizmetên ji bo şêniyên bajarok wê alîkariyê bide cotkaran, bi rêya kooperatîfan jî hilberînê zêde bikin. Şahîn ragihand, wê budçeya şaredariyê jî sê mehan carekê bi gel re diyar bikin û got, "Em ê komîsyonan ava bikin ku şaredariyê kontrol bikin. Ji her malbateke li bajarok dimînin wê herî kêm kesek cihê xwe di van komîsyonan de bigirin."

'EM Ê BAJAROKÊ XWE TEVÎ GELÊ XWE BI PÊŞ VE BIBIN'

Şahîn anî ziman, wê gel tevlî rêveberiyên xwecihî bike û got, "Em dixwazin bi hemû beşên civakê re rûnên û aqlekî hevpar derxînin holê. Em ê xwedî li bajarokê xwe derkevin... Em ê bajarokê xwe bi hev re bi pêş ve bibin."