Şahidên komkujiya Nisêbînê: Bi panzeran di ser mirovan re diçûn

Li Nisêbînê piştî Newroza 1992'an dewleta Tirk li qada Pira Şehîdan komkujî kir. Şahidên wê rojê qala komkujiyê kirin û gotin, bi panzeran di ser mirovan re diçûn.

Dîroka Kurdistanê li gel berxwedan û raperînê her wiha bi komkujiyên dewleta Tirk dagirtî ye. Bi taybetî dema ku mirov bala xwe bide ser dîroka nêz, wê were dîtin ku polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk, berxwedana Kurdan xurtir kiriye. Newroza Nisêbînê ya sala 1992'an jî weke yek ji van komkujiyan cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girt.

21'ê Adara 1992'an li Şirnex û Cizîrê bi hezaran kes xwe ji bo pîrozbahiyên Newrozê amade kirin, lê komkujî li wan hate kirin. Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî Newroz bi beşdariya bi deh hezaran kesî, bi heybetî hate pîrozkirin. Li Şirnex û Cizîrê bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes jî birîndar bûn. Li Nisêbînê piştî agahiya komkujiyê hate bihîstin, Serokwezîrê wê demê Suleyman Demîrel û Wezîrê Karên Hundir Îsmet Sezgîn derketin pêşberî kamerayan û spasiya xelkê Nisêbînê kirin, ji ber ku bûyer neqewimîn.

Nûçeyên li ser komkujiyê, li Nisêbînê bûbû sedema hêrseke mezin. Daxuyaniyên Demîrel û Sezgîn jî bû sedem ku xelk biherike kolanan. Piştî rojekê di 22'ê Adarê de bi hezaran kes daketin qadan û ji bo şermezarkirina komkujiyan li ser Pira Şehîdan a li ser Çemê Çax Çaxê li hev civiya. Girseya gel li vê derê çalakiya rûniştinê kir û komkujî şermezar kir. Lê belê polîsên Tirk fîşek li wan reşandin û bi panzeran bi ser xelkê ve çûn.

21 KES HATIN KUŞTIN

Li gorî daneyên fermî di encama êrişa polîsan de 16 kes, lê li gorî şahidan 21 kes hatin qetilkirin. Zêdeyî 100 kes jî birîndar bûn. Cenzayên du kesan ketin Çemê Çax Çaxê û gihîşt heta bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê. Ji ber vê komkujiyê li navçeyê bi rojan bûyer qewimîn, bi sedan kes hatin destgîrkirin, hatin girtin, êşkence li wan hate kirin û ji ber birînên li wan der bûn seqet man. Lê belê xelkê navçeyê li gel komkujiyê jî her sal herikîn qada Newrozê. Li gorî şahidan, 'Newroza Nisêbînê ya 1992'an ji bo wan xaleke diyarker bû û bû êşeke giran ku ji bîr neçe.

Yek ji şahidan Salih Falay qala dema berî û piştî komkujiyê kir. Falay anî ziman ku beriya komkujiyê Newroz bi coş derbas bû. Falay diyar kir ku piştî rojekê di dema serdanê de polîsan xwestin bi wesayitan pêşî li wan bigire, wan jî dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

GULE LI MIROVÊN XWE AVÊTIN ÇEM JÎ HATE REŞANDIN

Falay qala wê rojê dike: "Me dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Lê belê polîsan bi wesayitan em dan ber xwe û bi ser me ve hatin. Dema ku qala bûyerê wê demê dikin, dilê me dişewite, bi vî rengî qalê dikin. Polîsan bi wesayitan êşkence li me kirin û hewl dan me ji hev belav bikin. Gelek mirov mil, dest, lingê wan şikestin. Gelek şehîd ketin. Hinek neçar man xwe ji pirê biavêjin nava avê. Hevaleke me ya jin hebû, 5 zarokên wê hebûn. Neçar ma xwe biavêje nava avê, lê polîsan di nava avê de jî gule berdan wê. Wesayita polîsan pê li serê hevalekî me kir û derbas bû. Dengekî gelekî metirsîdar rû da. Piştre konê sersaxiyê ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane hate danîn, lê polîsan xwestin wê jî asteng bikin. Lê belê bi veşartî jî be polîs tevlî serdanên sersaxiyê bûn. Jİ ber wê yekê komkujiya Pira Şehîdan êşeke welê ye ku çi dibe bila bibe nayê jibîrkirin. Her ku ew bûyer tê bîra mirov, êş dikeve dilê mirovan."

ROJEK MÎNA QIYAMETÊ BÛ

Rahîme Aksû jî şahidî ji wê rojê re kir. Aksû got, "Tevî baranê jî me Newroza xwe pîroz kir. Her kes çû malê. Piştî rojekê ji ber bûyerên kuştinê yên li Cizîrê em daketin qadan. Di hembêza min de pitika min hebû. Di rê de hinekan ez dît, gotin ku divê pitika xwe li malê deynim. Heta ku min pitika xwe bir malê dengê çekan hat. Dema ku derketim derve min dît ku mirov li derdorê belav bûne. Gava min pirsî bê çi diqewime, gotin li Pira Şehîdan çalakiya rûniştinê heye. Em jî ber bi wî alî ve diçûn. Her ku nêzîk dibûn me hovîtî didît. Destpêkê gule li mirovên li ser pirê reşandin, piştre jî bi panzeran pê li mirovên rûniştî kirin. Cenazeyên mirovan ji nava avê dihatin derxistin. Rojek mîna qiyametê bû."

ÊŞ JÎ BERXWEDANA NISÊBÎNÊ NAYÊ JIBÎRKIRIN

Aksû ragihand ku ji bo cenazeyan werbigire bi betaniyeyan ew çû alîkariyê û got, "Bi betaniyeyan em çûn cihê komkujiyê. Dema ku em gihîştin wir me hem birîndar hem jî şehîd ji wir birin. Piştre jî çalakger li malên xwe belav bûn. Polîsan jî bi panzeran diavêtin ser malan. Ew roj qet ji ber çavê min naçe. Berxwedan jî êşa Nisêbînê jî kûr e. Nisêbînê gelekî êş kişand. Bi qasî wê jî li ber xwe da. Ji wê rojê ve tiştek nehatiye guhertin. Zilma niha jiya wê rojê girantir e."