Şahidê komkujiyên dewleta Tirk: Mam Ezîz!

Welatiyê Bradostê Mam Ezîz yê 60 salî ji sala 1984'an ve komkujiyên dewleta Tirk yên li Kêlaşîn û herêma Bradostê weke rojnivîsekê li gel xwe nivîsiye. Mam Ezîz diyar kir ku tenê PKK wan diparêze.

Mam Ezîz 60 salî ye û ji gundê gundê Jîle yê navçeya Sîdekan a Hewlêrê ye. Bi xwedîkirina lawiran jiyana xwe didomîne. Her sal werza Biharê berê xwe dide zozanên Kêlaşînê. Vê jiyana ku bapîr û bavê wî mayî bi vî awayî didomîne. Mam Ezîz ragihand ku bav û bapîrên wî li ser vê xakê karê lawirvaniyê kirine û her werza Biharê berê xwe didin zozanên Kêlaşînê. Mam Ezîz di werza Zivistanê de li gund û di werza Havînê de jî  li Kêlaşînê dimîne.

Mam Ezîz ne tenê şivaneke, di heman demê de dîroknasekî herêma Kêlaşîn û Bradostê ye. Mam Ezîz tenê dibistana seretayî xwendiye û ji sala 1984’an ve komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li herêma Bradost û Kêlaşînê li gel xwe nivîsiye û rojnivîsek çêkiriye. Heta niha 34 lênûs tejî kiriye. Bûyerên li herêma Kêlaşîn û Bradostê qewimîn li van 34 lênûsan  nivîsiye. Piranina nivîsan li ser êrîş û komkujiyên dewleta Tirk ên li vê herêmê ne.

JI LÊNÛSA MAM EZÎZ

Mam Ezîz ji lênûsa xwe têkildarî komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li herêma Kêlaşîn û Bradostê wiha radigihîne;

"Balafirên şer ên dewleta Tirk, sala 1998’an li Lolanê li sivîlan xistin; 84 zarok, jin û welatiyên pîr qetilkirin.

Sala 1997’an li Bradostê li malekê xistin, 7 kes kuştin.

Sala 1992’an li gundê min Jîlê xistin; 8 kes kuştin.

Sala 1995’an li Deştê Hertê li gundekî xistin; 6 kes kuştin.

Sala 2000'î li Kendakolayê xistin; 39 zarok, jin û welatiyên pîr kuştin."

'TENÊ GERÎLA ME DIPARÊZE'

Mam Ezîz diyar kir ku ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker zirareke mezin dîtine û wiha domand; "Me nekarî erdê xwe biçînin. Zozanên me şewitîn. Lawirên me birçî man. Li hinek herêman welatiyên me yên sivîl mirin."

Mam Ezîz bêdengiya hikûmeta herêmê ya li dijî dagirkeriyê rexne kir û got, tenê PKK û gerîla wan diparêze. Mam Ezîz herî dawî got, divê di nava Kurdan de bi teqez yekitî çêbibe.