Şahida Dersimê jiyana xwe ji dest da

Ji şahidên Komkujiya Dersimê Emîne Kiyançîçek jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Emîne Kiyançîçek wê îro li gundê Hozmerek ê navenda Dersimê bê veşartin.

Yek ji şahidên komkujiya Dersim 38'an Emîne Kiyançîçek jiyana xwe ji dest da.

Emîne Kiyançîçek sala 1938'an li navçeya Pulur a Dersimê, dema ku şahidî ji komkujiya li çemê Laçê re kir hê 10 salî bû. Cenazeyê Emîne Kiyançîçek ku di 90 salî de jiyana xwe ji dest da, wê îro saet di 12:00 de li gundê Hozmerek ê navenda Dersimê bê veşartin.

Emîne Kiyançîçek, dema 76 salî bû, bi îdîaya "alîkariya ji bo PKK'ê" hatibû darizandin û 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û ew şandibûn Girtîgeha Tûncelî. Emîne Çiyançîçek 24 mehan girtî ma.